Endamê Yekîtiya Rewşenbîran ê şaxê Dêrikê Dr.Mistefa Keleş tekez kir ku tu asoyên dagirkiriyê ji bo çareserkirina doza Kurd tune ye û bang li aliyên Kurd kir ku bibin yek û wiha got: “Ji ber ku wê dîrok hemû kesên li hember berjewendiya Kurd bibin asteng nebexşîn e.”

ÎSAM ABDULLAH-NEJBÎR OSMAN/QAMIŞLO

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bang li Rêveberiya Xweser kir da ku destûr bide partiyên bê ruxset ji bo buroyên xwe vekin di gavekê de ji bo yekrêziya refa Kurd. Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê, banga KNK’ê erê kir.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran ê şaxê Dêrikê Dr.Mistefa Keleş girîngî û pêwîstiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û bangawaziya KNK’ê nirxand.

Ji bo yekrêziya nêrîn di vê rewşê de, dêkongre gavek serkeftî be

Keleş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wan gelek caran lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêşniyar kirine û wiha axivî: “Mixabin hewldanên me ji ber hindek astengî û pirsgirkan bi hindek aliyan re biserneketin. Hevgirina refa Kurdî, lidarketina kongreyê li her çar parçeyan an jî parçeyekê gavek serkeftî ye.”

 Keleş hêvî kir ku kongre di zûtirîn dem de li dar bikeve û wiha got: “Ji ber ku di vê demê de dijmin di herêmê de xwe bi hêztir dike û êrîşên xwe li dijî doza Kurdî li tevahiya xaka Kurdistanê zêde dike. Dijminahiya dagikerên Kurdistanê li dijî herêmên Kurd nayê veşartiye. Ti asoyên dagirkeran ji bo çareserkirina doza Kurd tune ne. Ji ber wê di vê demê de lidarxistina kongreya neteweyî li ser asta Kurdistanê û li gorî şert û mercên her parçeyekê ji bo bersîvdayîna van êrîşan, pêwîstiyek e. Da ku bighêjin biryarên ku dikevin xizmeta berjewendiya niştîmanî û yekrêziya nêrîna Kurd de.”

‘Divê her alî ji bo xizmeta doza Kurd gavan biavêjin’

Keleş destnîşan kir ku piştî bangawaziya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo lidarxistina kongreyê di vê rewşa kirîtîk de divê hemû ji bo xizmeta doza Kurd gavên cidî bavêjin û wiha domand: “Li ser vê esasê Komîteya Kar û Barên partiyên siyasî bangawazî kir. Destûrdayîna vekirina buroyan wek pêwsîtiyek qencî û baweriya di navbera partiyan de tê hesibandin.”

Keleş gotinên xwe wiha berdewam kir: “Tişta ji partiyên siyasî yên Rojava tê xwestin nêrînên xwe yên siyasî di bin sîwanên Rêveberiya Xweser, Meclisa Niştîmanê ya Kurd, Partiya Pêşverû û Hevalbandiya Neteweyî de bikin yek. Tişta tê xwestin ku her aliyek xwedî biryarek serbixwe be beyî zextên derve. Divê partiyên Kurd ên serbixwe xwedî yek nêrîn bin da ku bandor li kolana Kurdî bikin.”

‘Divê rewşenbîr ji bo bidawîkirina nakokiyên partiyan bi rola xwe rabin’

Keleş destnîşan kir ku divê gelê Kurd ji bo yekrêziya refên xwe zextê li aliyên siyasî bike, da ku helwestên xwe bikin yek û deriyê gotûbêjan ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vekin. Keleş got, bi taybet di demek ku gefên domdar ên dijminên gelê Kurd û hewldanên wan ji bo tunekirina hebûna Kurd de ev gevek pir giringe.

Keleş daxuyand ku di vê pêvajoya hesas de divê bi rêya kar û semîneran giringiya Kongreya Netewî bidin nîşan û wiha axivî: “Her wiha bi rêya pênûsên xwe pêwîstiya yekrêziya refa Kurdî da ku nakokiyên di navbera partiyan de û êrîşên li dijî herêmê bidawî bike, rave bikin.”

Kelek di dawiya axaftinên xwe de ev tişt anî ziman: “Partiyên ku hêza xwe ji gel digirin dikarin guh bidin daxwazên gel. Ji ber ku ew civakê bingeh digirin. Di vê rewşê de pêwîste biryara gel bandorê li partiyan bike. Em bang li gelê Kurd, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd dikin ku helwestên niştîmanî nîşan bidin, ji ber ku dê dîrok hemû kesên li hember berjewendiya Kurd bibin asteng nebexşîne.”

(şx)

ANHA