Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 9ê Çile 2019 ÇARŞEM

Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me….

&- Rayedarên dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

&- Di 12’ê Çileyê de wê li Parîsê meşeke navendî ji bo şermezarkirinê pêk were. Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê xwest ku her kes beşdarî vê meşê bibe.

&- Di 12’ê Çileyê de wê li Parîsê meşeke navendî ji bo şermezarkirinê pêk were. Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê xwest ku her kes beşdarî vê meşê bibe.

&- Li Bajarê Almanya Dortmûndê ji bo tecrîd û çalakiya Guven Kurdistaniyan serdana saziyên Alman kirin.

&- Gundiyên navçeya Xaneqînê, parastina gundên xwe dikin

&- Qeyuimên xespkar yê ku desthilatdariya AKPê li şaredariyên Kurdan erkdar kirine, tenê karên leşkeran dikin.