Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 10ê Çile 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imralî, ji bo sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin îro, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan
&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 64mîn.
&- Li girtîgehên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê zêdetir ji 156 girtiyên siyasî, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, di çalakiya greva birçîbûna bê dem û bê dorveger de ne.
&- 15 çalekgerên di greva birçîbûna bê dem û bêdorveger de, li Starsbourgê, li Navenda Çanda Kurd ya Demokratîk, 3 jinên şoreşger yên Kurd bibîranîn.
&-Li Amed û Stenbolê Çalakiyên Bîranînên komkûjiyên Paris û Silopîyê pêkhat.
&- Ji bo rakirina destnedana 9 parlementerên HDP’ê felzeke hate amade kirin.
&- Wezareta karê derve ya Almanyayê jî, bang li hukûmeta Tirk kir, ku ji operasyoneke eskerî ya li dijî Sûrî dûr raweste.