Di salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê de, Kurdistanî wê li 20 bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî li dar bixin.
Bi wesîleya salvegera 4. a Qirkirina Şengalê wê li qada navneteweyî çalakî bên lidarxistin.
Hevserokên NAV-DEM’ê daxuyaniyek dan û ji bo êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên 3’ê Tebaxa 2014’an ên li Şengalê got, “Fermana 73’an.”
NAV-DEM’ê ev komkujiya ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin şermezar kir û şervanên ku ji bo azadiyê canê xwe dan bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev komkujî ne tenê li dijî Kurdan, ne tenê li dijî jinên Kurd ên Êzidî hatiye kirin. Komkujî li dijî mirovahiyê, bi taybetî li hemberî hemû jinan hatiye kirin.”
NAV-DEM’ê diyar kir, li Şengalê di şexsê jinan de civak hatiye qirkirin û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê, hemû jinên cîhanê divê li dijî rêxistinên faşîst ên mîna DAÎŞ’ê bi rengekî hevpar têbikoşin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistinbûna xurt, sekna bi biryar û geşkirina têkoşîna radîkal heye.”
NAV-DEM’ê ji bo êrîşên qirkirinê yên sala 2014’an got, “Yê ku plana vê komkujiyê amade kir dewleta AKP’ê ya mêtinger faşîst e. Yê ku bingeh ji êrîşê re amade kir, zîhniyeta PDK’ê ye.”
NAV-DEM’ê Êzidiyên hatin kuştin, hatin revandin, destdirêjî û destavêtin li wan hate kirin û li bazaran mîna koleyan hatin firotin bi bîr xist û wiha dewam kir: “Cîhanê tenê li vê êş û feryadê temaşe kir û xwe kerr kir. HPG/YJA Star û YPG/YPJ bi hawara civaka ku li ber tinebûnê bû beziyan.”
Hevserokatiya NAV-DEM’ê da xuyakirin ku piştî 4 salan civaka Êzidî li cih û warên xwe bûye xwedî hêza xwerêvebirin û parastinê û işaret bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê kir.
NAV-DEM’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê wê li gelemperiya Elmanya û Ewropayê roja 3’ê Tebaxê çalakî bên lidarxistin û ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir.
Li gorî vê yekê, cih û dema çalakiyên 3’ê Tebaxê yên li Elmanyayê wiha ye:
BERLIN
Meş û Mîtîng
Cih. Brandenburger Tor
Saet: 17:00
HANNOVER
Meş û mîtîng
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 17:00
CELLE
Meş û Mîtîng
Cih: Großer Plan
Saet: 16:00
HAMELN
Mîtîng
Cih: Am Hochzeitshaus
Saet: 17:00
SULINGEN
Mîtîng
Cih: Langestr.
Saet: 16:00
WALSRODE
Mîtîng
Cih: Wochenmarktplatz/Bad Felingbosten
Saet: 16:30
GOETTINGEN
Mîtîng
Cih: Genzelise (Am Rathaus)
Saet: 16:00
OLDENBURG
Mîtîng
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 15:00
BREMEN
Mîtîng
Cih: Li pêşiya Parlamenta Bremenê
Saet:15:00
ACHIM
Mîtîng
Cih: Obernstr.
Saet: 16:00
BIELEFELD
Meş û Mîtîng
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 16:00
WESEL
Meş û Mîtîng
Cih: Feldmark
Saet:17:30
ESSEN
Mîtîng
Cih: Willy-Brandt-Platz Hbf
Saet: 18:00
FRANKFURT
Cih: Zeil, Brockhaus-Brunnen
SAARBRUECKEN
Mîtîng
Cih: Europagalerie
Saet: 18:00
KOBLENZ
Mîtîng
Cih: Hauptstr. 41
Saet: 17:00
MUENCHEN
Mîtîng
Cih: Marienplatz
Saet: 17:00