Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê bi tevlêbûna hejmarek helbestvan, şevbuhêreke helbestan li dar xist  

HESEKÊ

Şevbuhêrk li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hate lidarxistin. Hejmarek helbestvan û rewşenbîr beşdarî şerbuhêrkê bûn.

Bi navê Yekîtiya Rewşenbîran Emel Hemo axaftina destpêkê ya şevbuhêrkê vekir û girîngiya çand û hunerê di parastina kevneeşopiya pêkhateyan  de destnîşan kir.

Helbestvan Anahîta Sîno, Hozan Kor Gund, Can Hadî, Fatme Resûl, Mihmûd Derwîş, Mihemd Beşîr Umer Şêxmûs, Ehmed Fewzî û Remziyê Remedan helbest bi Erebî û Kurdî xwendin.

Helbest li welêt û şoreşa Rojava û Bakur Sûriyeyê bûn.

Di dawiya şevbuhêrkê de koma Kîkan a girêdayê navenda çand û hunerê ya Dirbêsiyê stranên filklorî xwendin.

(dh)

ANHA