Navenda Ragihandina QSD’ê bîlonçaya şerê 24 saetên dawî eşkere kir.Di şer û berxwedana 24 saetên dawî de 147 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Qûwetên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de ev agahî parve kirin..

Li navenda Hecîn û dordora wê û li eniyê El-Şaafayê şervanan derbên giran li çeyetan dan.

Di şer de 147 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneya çeteyan ket destê şervan.

Her wiha zêdetirî 400 sivîl ku çeteyan ew wan wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar dianîn rizgar kirin.

Sivîlên ku hatin rizgarkirin li herêmên bi ewle hatin bicihkirin.