Piştî Rusya, DYA û Çînê, Hindistan jî xwe amade dike ku weke welatê 4’an ê astronotan bişîne fezayê.

Dîrektorê Giştî yê Ajansa Hindistanê ya Fezayê (ISRO) Kailasavadivoo Sivan, ragihand ku wê astronot bişînin fezayê.

Sivan, ragihand plansaziya wan ew e ku heta Kanûna 2021’ê 3 astronotan bişînin fezayê û beriya wê jî wê du balafirên bê mirov bişînin. Li gorî vê Kanûna 2020’î û Tîrmeha 2021’ê wê du balafirên bê mirov bişînin fezayê.

Heta niha Rûsya, Emerîka û Çînê astronot şandine fezayê.