Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Rojbaş.
Îro 14ê Çile 2019 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, niha jî çend ser nûçeyên me…..
&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 68emîn.
&- Komîteyen Zindanan yên PKK-PAJK’ê diyar kir ku, rewşa tenduristiya hevrêyên wan Leyla Guven û Nasir Yagiz nebaş dibe û got: Eger demildest hewl neyê dayin, wê encamên neyînî rû bidin. Ji ber vê yekê êdî ti wateya gotinê nemaye.
&- Walîtiya Tirk ya li Amedê, li 23 gund û gundikên navçeyên Licê, Hezro û Karazê qedexeya derketina derve
ragihand.
&- Navenda Ragihandina QSD bi daxuyeniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî yên pêngava dawî ya bagera Cizîrê 23 çete hatin kuştin û 18 navendên DAÎŞê hatin rûxandin.
&- Çavkaniyên herêmê ragihandin ku di çalakiya gerîla ya li Îdîrê de 12 leşker hatine kuştin.
&- Parlamenterê Partiya Çep ya Elmanya Michel Brandt, tecrîda li Îmraliyê xist rojeva Meclîsa Almanya.
&- Girtiyê siyasî Kemal Yîgît ji ber ku ketibû greva birçîbûnê ji girtîgeha Rihayê surgunî girtîgeha Rîze Kalkandere hat kirin û ji 6’ê Çileyê ve ye ti agahî ji Kemal Yîgît nayê girtin.