Dayika Aşitiyê Sakîne Guven a ku li Meclîsê hatibû destgîr kirin hate girtin.

Dayika Aşitiyê Sakîne Guven a 65 salî ji bo ku civîna heftane ya koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bişopîne ji Stenbolê hatibû û li ketina deriyê Dîkmen ê Meclîsê ji aliyê polîsan ve hatibû destgîrkirin.

Guven birin Edliyeya Enqerê û 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ku hatibû erêkirin li ruyê wê hate xwendin û hate giritn.

Guven şandin Girtîgeha Jinan a Sincanê.