Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 71mîn.

Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 7ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.

Berxwedana Leyla Guven, di roja 71mîn de dewam dike û rewşa wê gelekî giran bûye.

Li Hewlêrê jî, Nasir Yagiz, 58 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.

Çalakiya Îlhan Şîş, li Brîtanya bajarê Newportê di roja 32mîn de dewam dike.

Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 15 çalakgeran di roja 32mîn de berdevam dike.

Li Silêmaniyê 34, li Mexmurê 33 roj in, greva birçîbûnê dewam dike.

Li zindanan jî, biqasî 700 girtî, li 120 zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji wan bi sedan dîlên azadiyê di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Greva birçîbûna bi sedan dîlên azadiyê 33 roj in dewam dike, her roja diçe jî hejmara çalakgeran zêde dibe.

Doh jî li Girtîgeha Şirnexê, Tîpê T, 3 girtî, Hakan Kûtlûk, Agît Bîlîk û Osman Beytûr, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kirin.