Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 17ê Çile 2019 PENŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me…

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, ji bo sibe biçin Imralî, îro serî, li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 71emîn.

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û got: Em bawer dikin ku têkoşîna rizgarkirina Efrînê, teqez wê serbikeve.

&- Nasir Yagiz 58 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ye, heta niha 10 kîlo winda kiriye.

&- Mamostayên Zaningeha Silêmaniyê diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan yekan e rê; avakirina yekîtiya netewî ye.

&- Li navçeya Amed Rezanê du birayên hev Suleyman û Cîhan Avci hatin binçavkirin.

&- Derket holê ku desthilatdariya AKP ya faşîst, li Colemêrgê bi hezaran hilbijêrên sixte hatine qeyd kirine.

&- Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê , der barê doza Osman Baydemîr de Tirkiyeyê mehkûm kir.