ABBK’ê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyyûm da û got “Em ê bi hêzên demokrasiyê re bin.” AABK’ê banga çalakiya di 23’ê Tebaxê de kir.

Kondeferasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) li dijî dagirkeriya qeyyûm çalakiyên xwe didomîne.

ABBK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Em îradeya gelan teslîmî dizan nekin. Tevî hêzên demokrasiyê li hemberî rejîma yekzilamiyê, em ê stûyê xwe xwar nekin.

Di 23’ê Tebaxê roja Înê saet di 11.0’an de em ê çelengên reş deynin ber konsolosxaneyeyên Tirk ên li Ewropayê. Em bangî hemû kesên bihistyar dikin ku tevlî van mîtîngên me yên protestoyê bibin.”