Adem Ûzûn da zanîn ku bi banga “Komîteya Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ya Yekitiya Sendîkayên Ingilistanê” ku di sala 2016’an de hatiye avakirin starta vê pêngavê hate dayîn.

Ûzûn, anî ziman ku pêngava ku 9’ê Cotmehê li 74 navendên seranserê cîhanê hate destpêkirin xwedîderketineke zêdetir bi encam bûye û wiha got:

“Ji ber birêz Ocalan 74 salî ye hejmareke sembolik hate hilbijartin. Lê ji Asyayê heta Amerîkaya Latîn, ji Efrîkayê heta Ewropayê li gelek cihên cuda çalakiyên berfireh çêbûn. Herkesê xwest tev li van civînan bibe û hejmar gihişt 100’î. Ji ber wê çalakiyeke serkeftî çêbû.”

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê bi lêv kir ku daxwaza bingehîn ya hemû beşên di nava kampanyayê de cih digirin rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye.

“Yek ji tişta herî girîng ku di civînên çapemeniyê de derket holê ew bû ku beşdarên ewropî ji bo peywîr û berpirsyartiya xwe naînin bicih û çavên xwe li dewleta tirk digirin ew rexne kirin. Diyar kirin ku vê yekê qebûl nakin û bang kirin ku saziyên Ewropayê peywîra bi cih bînin.”

Ûzûn di dewama axaftina xwe de anî ziman ku hamleya hate destpêkirin tenê “destpêkek” bû û da zanîn ku wê pêngav bi gelek çalakî û aktîvîteyan berdewam bike.

Adem Ûzûn wiha got:

“Ji niha şunda dê ji parlamenter, rojnamevan, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên têkildar re name bên nivîsîn û hevdîtin bên kirin. Ji bilî van dê semîner, konferans û konser bên lidarxistin. Dê şande bên avakirin û saziyên têkildar bên ziyaretkirin. Dû re dê çalakiyên rûniştinê û mitîng bên rêxistinkirin.”