17’ê Cotmehê li gundê Kanî Kendî yê girêdayî navçeya Koye ya Hewlêrê, wesayîta malbateke ji wargeha penaberan a Mexmûrê, ji aliyê balafirek bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombe kirin û ciwanê bi navê Dilovan Îşlek hatibû şehîd kirin.

5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê ku xwestin di heman rojê de, ji Bexdayê biçin pêşiya karwanê cenazeyê Dilovan Îşlek, li noqteya kontrolê ya Bîrebas ya PDK’ê ya Hewlêrê hatin binçavkirin.

Heta îro tu agahî ji karkarên bi navê Zagros Atalay, Mihemed Nûrî Avci, Mihemed Şirîn Avci, Ehmed Baytaş û Bêwar Baytaş nayê girtin.

Malbatên kakeran ji bo agahiyê ji xizmên xwe bigirin çûn nuqteya kontrolê ya Bîrebasê û aqûbeta zarokên xwe ji hêzên PDK’ê pirsîn.

Hêzên PDK’ê di destpêkê de binçavkirina 5 karkeran qebûl nekirin. Li ser israra malbatan, li xwe mikur hatin ku 5 karker ji destgîrkirin û birin Asayişa Hewlêrê.

Malbat çûna Asayişa Hewlêrê û ligel hemû hewldanan, derbarê rewşa xizmên xwe de agahî negirtin.

Malbatan diyar kirin ku ew ji jiyana zarokên xwe bi fikarin.

Berê jî 2 şêniyên ji Wargeha Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn.