Saziya Antîterorê derbarê 3 kesên doh di êrîşa li ser balafirxaneya çandiniyê eşkere kirin.
Di di êrişa bi balafira bêmirov a li hember balafirxaneya Erbeta Silêmaniyê de 3 endamên Antîteror ên Herêma Kurdistanê şehîd bûn.
Piştî êrişê Dije Terorê ragihand ku wan derbarê êrişa terorî de lêkolîn û lêpirsîn destpê kiriye ku ji aliyê nokerên biyanî û sîxurên navxweyî hate kirin û hate gotin;
“Êrişkar û sixûrên di vê êrişê de cih girtine wê bê ceza nemînin. Tola şehîdên me erkê me ye û em nahêlîn xwîna wan vala biçe.”
Nasnameya kesên di êrişê de şehîd bûne wiha ye:
Hîwa Qadir Hisên ê xelkê bajarê Kerkûkê
Êvan Ednan Hisên ê xelkê Kerkûkê
Raber Enwer Mihemed ê xelkê bajarokê Mawet yaser bi Şarbajêr