Agirê Newrozê par li eyaleta Chiapasê li cihê ku tevgera Zapatîstayê lê ava bû, hatibû dadan.

Îsal li paytext Meksîkoyê bi banga Kurdan, mirovên ji herêmên cuda yên Meksîka û Latîn Emerîkayê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan.

Pîrozbahî li Los Dinamos Ekolojîk Park a li başûrrojhilatê bajêr pêk hat.

Mirovên ku sibeha Duşemê li hev civiyan, piştî meşa li qiraxa çem, gihîştin qada Newrozê.

Kurdan û Latîn Emerikiyan qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin û qad veguherandin cihê têkoşîna enternasyonal.

Her kesî her wiha ji bo gurkirina agirê Newrozê êzing bi xwe re anîn û ji bo parvekirinê jî xwarin amade kirin.

Dostên tevgera azadiyê ya Kurd li dora sifreyekê li hev kom bûn û yekemcar Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.

Di çalakiyê de işaret bi rewşa dawî ya li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û girîngiya berxwedana hevpar û piştevaniya navbera gelan hate destnîşankirin.

Çalakgeran bi soza ku têkoşîna azadiyê di sala 2022’an de li Kurdistan, Meksîka, Kolombiya, Walmapû (Şîlî) mezin bikin, agirê Newrozê dadan û li dora êgir govend gerandin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Meksîkayê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan heta derengiya şevê dewam kir.