Xweza û dîroka Çelê her kesî sermest dike.
Çelê bi 77 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ye. Bi malên xwe yên dîrokî, bi kanî û aşên xwe; bi medrese û dêrên xwe, bi çiya, newal, çem û sûlavên xwe mîna qadeke bihuştê ye. Bi Gelî û Ava Zê, bi sûlavên xwe, bi çiyayên xwe yên bi heybet, bi daristan, giha û heywanên xwe, mirovan dike heyranê xwe.

