Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ajanekî dewleta Tirk ê ku li Efrînê sivîl kuşt û êşkence dikir, li Babê hatiye girtin û cezakirin.
Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê wiha ye:
“Li rex zêdebûna çalakiyên şervanên me li dijî leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Idlibê, Ezazê û hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê, vê dema dawî hin kesên xayîn ku danûstandinê bi dagirkeriya Tirkiyeyê re dikin derketin û hewl didin ajantiya dualî bikin. Van xayînan xwestin şervanên me bixapînin û di heman demê de danûstandinê bi dagirkeran re dikin, da ku destdirêjiyên qirêj der heqê gelê me de pêk bînin. Me weke Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê girêdayî vê mijarê gelek daxuyanî weşandin û me evan xayîn hişyar kirin ku destdirêjî û kirinên xwe rawestînin. Me gelek caran piştrast kir ku şervanên me di asta herî jor de baldar in ku dikarin van xayînan eşkere bikin û ceza bikin. Lê hin ji van çeteyan hewldanên xwe yên xapandin didomînin û bûne amûrên qirêj di destên dagirkeran de.
Yek ji van çeteyan kesê bi navê Ehmed Zekeriya El-Mihemed e û weke ajanekî pispor li ba dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmê dixebitî û agahiyên istixbaratî û navên welatiyên sivîl ên Efrînê berhev dikirin da ku der heqê wan de sûcdariyan pêk bîne û çalakiyên kuştinê pêk bîne. Vî ajanî û komeke çeteyên li rex wî rêze kuştin der heqê sivîlan de pêk anîn.
Şervanan tevgera xayîn Ehmed El-Mihemed ji nêz ve li Babê şopandin û piştî ku girtin û li xwe mukur hat şervanan di 16’ê Îlona 2018’an de ew kuştin.
Em weke odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnan, em careke din van xayînan hişyar dikin ku her çiqas baldar bin wê bêne eşkerekirin û wê bêne cezakirn. Em piştast dikin ku em ê çalakiyên xwe heta ku dadgehên sivîl ên Efrînê ji nû ve ji aliyê welatiyên wê û rêveberiya xweser ve tên avakirinê berdewam bikin. Em hemû xayînên ku me girtine radestî van dadgehan bikin da ku bêne cezakirin.”