Ajansa Nûçe Ciwan, ji aliyê 3. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê ve careke din hate girtin.
Ajansa Nûçe Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, “Ajansa Nûçe Ciwan bi nûçe û weşana xwe dibe hedefa êrîşên sansurê yên dewleta Tirk. Ajansa me cara 23’an li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Em dixwazin ji xwendevan û şopînerên xwe re careke din bêjin, heta ku dagirkerî û sansurê têk bibin, têkoşîna me wê li ser xeta kevneşopiya çapemeniya azad û şoreşger mezin bibe û bidome.”
Ajansa Nûçe Ciwan li ser vê adresê dikare bê dîtin: