Akademiya Jinên Sûriyê dewreya xwe ya 9`emîn a bi navê Dewreya Şehîd Rojîn Efrîn bi merasîmekê bi dawî kir.
REQA
22 endamên saziyên sivîl, Meclisa Reqaym û gundewarên wê tev li dewreya perwerdeyê bûn. Dewreyê 22 rojan dewam kir.
Di merasîma bidawîkirina dewreyê de li ser navê Rêveberiya Jinên Reqayê Xaliya El-Kecwan, li ser navê Meclisa Sivîl Henaa El-Xelef û li ser navê rêveberiya akademiyê Heyfa Mustafa axivîn.
Heyfa Mustefa jinên tev li dewreyê bûn, pîroz kirin û diyar kir ku jinan gelek sûd ji perwerdeyê wergirt, ev yek jî îrade û hêza wan ji bo ku li dijî zilma civak, zîhniyeta desthilatdar û kevneşopan bisekinin, xurt dike.
Ji rêveberên Rêveberiya Jinên Reqayê Xaliya El-Kecwan destnîşan kir ku di nava civakê de herî zêde jin xwe bi rêxistin dikin û dikarin bi rêya dewreyên perwerdeyê xwe bi awayekî zêdetir zana bikin.
Henaa El-Xelef jî diyar kir ku divê hemû jin îrade û hêza Leyla Guven ji xwe re esas bigirin.
Di dewreya perwerdeyê de dersên li ser dîroka jinan, girîngiya perwerdeyê û neteweya demokratîk, her wiha rexne û rexnedayînê hatin dayîn.
Şehîd Rojîn Efrîn ku dewreya perwerdeyê bi navê wê hate lidarxistin, di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.
(bx)
ANHA