Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz têkilî doza girtina HDP’ê got terisîna bloka desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser darazê ye.

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Deniz doza girtina HDP’ê weke terisîna bloka desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser qada darazê nirxand û got, ”Di ser HDP’ê re dixwazin muxalefeta civakî bixin bin zextê.” Akdenîz her wiha got ji bo ku HDP neyê girtin têkoşîn bi rojhilat û rojava peywira her kesî ye.

Akdeniz bi berdewamî got, ”Ji bo Partiya Kedê ev biryar terisîna fermanên siyasî yên bloka AKP-MHP’ê ya li ser qada darazê ye. Li ser darazê karîgerî û zexta siyasî heye. Her wiha ev biryar ne tenê biryareke li ser HDP’ê ye. Di ser HDP’ê re dixwazin muxalefeta civakî çavtirsandî dikin, zextê li ser deynin. Daxwaza me ya sereke ew e ku Dadgeha Bingehîn vê biryarê red bike. An na ev ê bibe dijî hiqûqê. ”

Akdenîz her wiha diyar kir ew ê piştevanê HDP’ê bin, doza girtina HDP’ê pirsgirêka tevahiya gel, pirsgirêka demokrasî û azadiyê ye. 

Parastina negirtina HDP’ê bi rojhilat û rojava peywira her kesî ye. Divê mirov bi vê çarçoweyê li meselê binere. Em ê piştevanê HDP’ê bin.”