Hilbijartinên herêmî yên tên payîn 31’ê adara 2024’an pêk bên, AKP ya ji hilbijartinên gulana 2023’yan negiha daxwaza xwe, zext û dek û dolabên xwe yên li ser bajarên Kurdistanê zêde kirin.

Ji bo armanca xwe bibe serî hêza leşkerî ya dewletê jî ji bo partiya xwe bi kar tîne.

AKP’ê di hilbijartinê de li Bedlîsê ji sedî 37’ê dengan wergirtibû û tenê parlementerek şandibû meclisê, di hilbijartina serokkomariyê de jî ji sedî 46’ê dengan stendibû.

Li navçeya Xîzanê ku bûye hedefa polîtîkayên şer ên desthilatê, piştî hilbijartinê operasyonên leşkerî, binçavkirin û girtin dîsa dest pê kirin.

Piştî hilbijartinan bi demeke kurt, di 2’ê Tîrmehê de, li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li Tetwanê jî gundê Peyîndas ku di 10’ê Tebaxê de ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibû dorpêçkirin, qedexeya fiîlî hat sepandin. Di operasyonên li her du gundan hatin kirin de gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin û ji wan 5 kes hatin girtin.

Di 28’ê Mijdarê de jî li navenda Bedlîs, navçeyên wê Xîzan û Tetwanê di serdegirtina malan de zarok û jin jî di nav de 110 kes bi hinceta îfadeyên şahidên eşkere hatin binçavkirin.

50 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “alîkariya bi rêxistinê re kirine” û “ji bo rêxistinê peydekirina aboriyê” hatin girtin.

Heman polîtîkayan li deverên din ên Bakurê Kurdistanê jî dimeşine. Heta niha bi dehan operasyonên qirkirina siyasî de bi sedan endamên meclîsa ciwan û jinan û rêveberên DEM Partî û rêxistinên din binçav kirine, bi dehan kirine girtîgehan…

Emê li ser mijarê nirxandina Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê Huseyin Olan bipirsin….