ŞIRNEX – Li navenda Şirnexê 119 sindoq hatibûn dayîn. Di 9 sindoqên esker û polîsên qeyda wan anîn Şirnexê hezar û 929 deng ji AKP’ê re derketin û 48 deng jî ji HDP’ê re derketin. Di 35 sindoqên bêtirîn esker û polîs deng bi kar anîn AKP’ê bi giştî 6 hezar û 618 deng girt.  Beriya hilbijartina xwecihî bi hezaran polîs û esker veguhezandin navenda Şirnex, navçeyên wê Qileban û Elkê. Li gorî encamên nefermî li van navendan AKP bi ser ket. Hema bêje ji ber veguhezandina esker û polîsan hemû sindoqên li van navendan hatin dayîn ji AKP’ê re dengên rekor derketin.  TENÊ DI 9 SINDOQAN DE AKP HEZAR Û 929 DENG GIRT, HDP 48 DENG GIRT Tê gotin 7 hezar hilbijêrên bêusul veguhezandine navenda Şirnexê. Li Navenda Şirnexê 119 sindoq hatin dayîn. Tenê di 35 sindoqan de bi giştî 6 hezar û 618 deng ji AKP’ê re derketin.  Li 9 sindoqên li dibistanên Edîp Başarê hatin dayîn ku bi piraniya hilbijêran ji esker û polîsan pêk dihat hezar û 929 deng ji AKP’ê re derketin. Di van sindoqan de 48 deng ji HDP’ê re û 161 deng jî ji CHP’ê re derketin.   WELATÎ DENGÊN XE DAN HDP’Ê Û ESKER Û POLÎSAN JÎ DA AKP’Ê  Her wiha di sindoqên li dibistanên Nazmiye Demîrel, Ataturkê û Şukru Gelîşê jî ji AKP’ê re dengên rekor derketine. Di van sindoqan de jî xuya dike ku welatiyan dengê xwe dane HDP’ê û esker û polîsan jî AKP’ê destek kirine.   4 SINDOQÊN ESKER Û POLÎSAN ÊN LI ELKÊ ENCAMÊ DIYAR KIR  Li Navçeya Elkê ya Şirnexê jî 4 hezar û 137 hilbijêr di 16 sindoqên hatin dayîn de dengên xwe bikar anîn. Li Elkê jî esker, polîs û cerdevanên hatibûn veguhestin û bi giştî di 4 sindoqên ku dengên xwe bikar anîn de encama hilbijartinê eşkere kir.  Di 4 sindoqên li taxa Karşiyaka ya Elkê de ji AKP’ê re hezar û 56 deng derketin, ji HDP’ê re tenê 118 heb û ji CHP’ê re jî 58 deng derketin.  MA / Bêrîvan AltanParve bike: