Ergîn Aktaş ê girtî ku her du destê wî nîne û gelek nexweşiyên cuda pêre peyda bûne, terkî mirinê hatiye kirin.
Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku di Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de dimîne her du milên wî jî tunene. Li gel vê ji ber şert û mercên girt, nexweşiyên KOAH, bronşît û tuberkulozê jî lê peyda bûye. Heta niha Saziya Tiba Edlî (ATK) 5 caran rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ daye AKtaş lê dîsa jî nayê berdan.
Piştî serlêdanên ji bo berdana Aktaş hemû hatibûn redkirin parêzeran jî bi hinceta ‘binpêkirina mafê jiyanê’ û ‘îşkenceyê’ serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. Lê belê AYM’ê jî serlêdana parêzeran red kiribû. Vê carê jî parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME’yê di 22’yê Sibatê de biryar dabû û parastibû ku li gor xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) şert û mercên girtîgehê ‘nabin sedema muameleyeke nebaş.’
Aktaş û Abdûllah Tûran ê ji stuyê wî berjêr felcî ye û Serdal Yildirmê lingên wî erdê nagirin di heman qawîşê de ne.
Parêzera Aktaş Gulîzar Tûncer anî ziman ku girtiyên astengdar û nexweş terkî mirinê hatine kirin.
Tûncer, diyar kir ku divê Aktaş û girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bên tedawîkirin, lê belê mafê wan ê tedawiyê tê binpêkirin. Her wiha Tûncer, anî ziman ku li girtîgehê girtî di dema çûyîna revîrê de bi pênaseyên wekî ‘talûke’, ‘dibe ku birevin’ û ‘terorîst’ re rû bi rû dimînin û nayên tedawîkirin. –
Tûncer, anî ziman ku bi şewbê re jî girtî bi pirsgirêkên girantir re rû bi rû mane û îdareya girtîgehê li gel negirtina tevdîran mafê girtiyan ê tedawiyê jî asteng dike.
Tûncer got: “Çûnhatina nexweşxaneyê kêm kirine. Nexweşên ku tim divê di bin kontrola bijîşkan de bin hene. Li girtîgehan şert û mercên bi vî rengî tunene. Mecbûr biçin nexweşxaneyê. Lê belê bi hinceta şewbê wan nebirine û ji ber vê rewşa wan girantir bûye. Ji ber vê gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Mînaka herî berbiçav jî Sabrî Kaya ye. Di dema şewbê de gelek caran ew rakirin nexweşxaneyê. Xistin beşa awarte. Lê wexta hat ber mirinê ew berdan. Piştre jiyana xwe ji dest da. Yanî dîmeneke ev qasî giran heye. Aktaş, Tûran û Yildirim jî di nav vê tabloyê de ne.”
Tûncer, destnîşan kir ku di dema şewbê de bi hezaran girtiyên edlî hatine berdan û got: “Tecrîd, pêkanîneke derî mirovahiyê ye. Ji bo ên muebeta giran xwarine rejîmeke xweser a înfazê heye. Qaşo girtîgehên lê dimînin şert û mercên wan baş in. Halbûkî her yek ji wan navendeke êşkenceyê ye. Dibêjin; ‘hûn ê li vira bimirin.’ Rastiya Tirkiyeyê, rastiya girtiyan e.”