Ûmût Bûlût ku ji bo demokrasiyê û mafên mirovan tevlî gelek çalakiyan bû, roja Sêşemê jiyana xwe ji dest dabû. Bûlût li Stenbolê hate veşartin.

Ûmût Bûlût ji berxwedana Gezî heta çalakiyên Dayikên Şemiyê bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan dibû.

Bûlût ku piştgirî dida têkoşîna gelê Kurd, roja Sêşemê jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Bûlût ji aliyê malbata wî û hevrêyên wî ve heman rojê li Goristana Ferîkoyê ya Stenbolê hate veşartin.

Beşdarên merasîmê soz dan ku wê têkoşîna Bûlût dewam bikin.