Greva birçîbûnê ya komek ji aktîvîstên Elman a li dijî tecrîdê didome, ku li paytext Berlînê pêk tînin.
Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê tên lidarxistin, komek ji aktîvîstên Elman pêr dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Greva birçîbûnê li Heinrichplatzê ya li navçeya Kreuzbergê ya paytexta Elmanya Berlînê bi şiyara “Leyla; tu û têkoşîna te di dilê me de ye” pêk tê. Çalakî di roja sêyemîn de ye.
Doh bi rengekî girseyî serdana 6 çalakgerên greva birçîbûnê hate kirin. Çalakgerên greva birçîbûnê tevî grevê her wiha di nava rojê de li ser tecrîdkirina Ocalan belavokan belav dikin.
Di serî de Kurdistanî, gelek Tirkiyeyî û Elmanan serdana çalakgeran kirin. Herî dawî doh komek ji aktîvîstên ji Baskê serdana konê çalakiyê kir. Aktîvîstên Baskê diyar kirin, ew piştgiriyê didin daxwaza aktîvîstên Elman a ji bo bidawîbûna tecrîdê.
Hevseroka NAV-DEM’ê ya Berlînê Nûjiyan Gunay jî piştî serdana çalakgeran daxuyaniyek da çapemeniyê û bang li raya giştî ya Elman kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bi berpirsyarî tevbigere.