Komeke aktivîsê ji Emerîkaya Latîn, li Berlînê serdana çalakgerên greva birçîbûnê Cemal Kobanê, Omer Bagdur, Mele Mustafa Tuzak û Şiyar Xelîl kirin. Aktîvîstan destek dan daxwaze ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan.
Greva birçîbûnê ya çar aktîvîstên Kurd a bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîdkirina Ocalan li paytexta Elmanya Berlînê pêk tê, didome.
Komeke aktivîsên ji Emerîkaya Latîn serdana çalakgerên greva birçîbûnê Cemal Kobanê, Omer Bagdur, Mele Mustafa Tuzak û Şiyar Xelîl kirin, ku li avahiya NAV-DEM’ê ya Berlînê greva xwe ya birçîbûnê didomînin û diyar kirin ku ew destekê didin têkoşîna ji bo azadiya Ocalan.
5 aktivîstên ji Guatemala, Perû, Şilî, Bolîvyayê bi çalakgeran re qederekê axivîn û gotin Ocalan rêberê gelê Kurd e û divê li girtîgehê nemîne. Aktivîsan têkoşîna li welatên xwe jî gotin û bi dirûşma ”Bijî Serok Apo” dawî li serdana xwe danîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Mele Mustafa Tuzak kete roja 97’an, a Şiyar Xelîl ev 84 roj in didome û çalakiya greva birçîbûnê ya Omer Bagdûr û Cemal Kobanê jî di roja 81’ê de ye. Mele Mustafa Tuzak ku di serî de nexweşiya dil gelek nexweşiyên giran pê re hene, duh diyar kiribû heta ku tecrîda li Imraliyê rabe ew ê çalakiya xwe bidomîne.

