Aldar Xelîl anî ziman ku Ocalan ji bo pêkanîna şoreşeke civakî û demokratîk ji salan ve tê dikoşe, nirxanên wî ne tenê ji bo pêvajoyekê ne, an jî pêvajoyeke siyasî têkildarî mijarekî ye, lê belê ji bo pêkanîna şoreşeke demokratîk e.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî bidawîbûna pêngavên grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîdê, careke din hevdîtin bi miwekilê xwe re pêk anîn. Li gorî parêzeran, Ocalan di hevdîtinê de bal kişand li ser gelek xalên girîng têkildarî aloziya Sûriyê. Ocalan teqezî li ser girîngiya misogerkirina mafên hemû pêkhateyên herêmê, her wiha anîbû ziman ku heger derfet çêbibe ew dikare roleke erênî di çareserkirina aloziya Sûriyê de pêk bîne. Di hevdîtina parêzeran a di 12‘ê Hezîranê de Ocalan gelek xalên din destnîşan kiribû, ji wan xalan, siyaseta derve û ya hundirîn a Tirkiyê û Sûriyê girêdayî hev nabe ji hev werin cûdakirin.
Têkildarî mijarê, endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl anî ziman ku daxuyaniyên Ocalan berhemên felsefeya ku xwe dispêrse şoreşa demokratîk û got “Birêz Ocalan ji beriya salan ve bi rêya pirtûk û parêznameyên xwe ji bo pêkanîna şoreşeke demokratîk û civakî di nav gelan de, tê dikoşe. Nirxandinên Ocalan ne tenê ji bo pêvajoyeke siyasî girêdayî mijarekê ne, lê belê nirxandin û nêrînên wî ji bo pêkanîna şoreşeke demokratîk e.”
Aldar Xelîl, îşaret pê kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011‘an û şoreşa gelan li herêmê daxuya kir ku aloziya li herêmê aloziyeke mezin e, ne aloziya dewletekê yanî jî rêjîmekê ye, her wiha ne jî aloziya beşek ji rejîma desthilatdar e, lê belê aloziyeke dîrokî ye, koka wê kur e, lew re bang kir ku divê çareseriyeke dîrokî were peyakirin.
Xelîl di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku nabe aloziya Sûriyê ji aloziyên li Rojhilat Navîn were qutkirin, di heman demê de nabe aloziyên li Rojhilata Navîn ji sîsteme desthilatdar a li ser bingehê rejîma kapîtalizmê hatiye avakirin, were qutkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîmên desthilatdar ên cîhanî yên li ser esasê pişaftin û qirkirina gelan hatine avakirin, siyasetên wê di çarçovaya sînorê dewleta xwe sînordar namînin, bi taybet li Kurdistanê em nikarin ji hev cûda bikin, ji ber ku krîza li Kurdistanê sedema wê yek e û bi hev girêdayî ye, sedema wê sîstemên ku Kurdistanê bi rêve dibin û şerê îradeya gelê Kurd dikin e.”
Aldar Xelîl destnîşan kir ku krîzên li Rojhilata Navîn yek in, ew jî bi derbaskirina pergalên desthilatdar ên heyî çareser dibin û wiha pirsî “Çima aloziya gelan li Misir, Tûnis, Lîbaya û Cezayîr heta niha çareser nebûne? Çareser nebûn, ji ber dixwazin bi heman rêbazên berê çareser bikin, sînor di nava civakê de parastin, belavbûna ku wan rejîman di nava gelan de derxistin jî parastin, lê aloziya civakê ne nirxandin, ji ber tu neghiştin ti encamî.”
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl bi bîr xist ku aloziyên li Rojhilata Navîn yek in û ew jî Kurdistan e û wiha domand: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Erdogan destê xwe dirêjî Sûriyê kir, destek da Îxwan El-Mislimîn û hin komên din. Ji ber Tirkiyê dizanî ku aloziya sûriyê dê bandore li ser Tirkiyê û giştî herêmê bike. Hemû kom û meclisên li Tirkiyê hatin avakirin bi talîmatên Erdogan bûn, ji ber ku Erdogan û sîstema desthilatdariya navîn têgihiştin ku dê rûdanên li Sûriyê yekser bandore li Tirkiyê bike. Erdogan dixwaze rûdanên li Sûriyê li gorî berjewendiyên wî bi rêve biçe û tu sîstemeke demokratîk li Sûriyê ava nebe û gelê Kurd mafê xwe bi dest nexin.”
Aldar Xelîl îşaret bi axaftina Ocalan a “Siyaseta derve û ya hindirîn a Sûriyê û Tirkiyê bi hev ve girêdayî ne û nabe ji hev were qutkirin û got: “Aloziya li Sûriyê ne aloziya Şam bi komekê re ye, lê belê encamên krîzên li ser asta herêmê û cîhanê ye. Tirkiyê jî beşek ji herêmê ye, her krîzek dê bandorê li Tirkiyê û tevahî herêmê bike, di heman demê de heger desthilatdarî li Tirkiyê dewam bike wê bandorê li Sûriyê jî bike. Her pêşketinek di doza Kurd li Tirkiyê de dê bandorê li doza Kurd li Sûriyê bike, dîsa jî ya Sûriyê dê bandorê li Tirkiyê bike.”
Xelîl bal kişand ku di berxwedana Kobanê de gelê Bakurê Kurdistanê seferber bûn û bi hemû rêbazan destek dan gelê Kobanê û got, ji ber ku di demê de pêvajoya mûzakeriyên ji bo aştiyê hebû, lê di dema êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê tiştek din derket, pêvajoya girankirina tecrîda li Îmraliyê bû, Tirkiyê her pêşketinekê li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikir û dest bi gefxwarinan li ser herêmê kir.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl anî ziman ku çarenûsa gelên Rojhilata Navîn girêdayî hev din, Tirkiyê li pêşiya her pêşketinekê li tevahî herêmê dibe asteng.
ANHA