Berpirsyarê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl li ser rûpela xwe ya malpera civakî Twitterê bi boneya salvegera roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re gotarek weşand.
Aldar Xelîl di gotara xwe de wiha dibêje:
“1’ê Mijdarê ya berxwedana kobanê veguherî parastina hemû cÎhanê ya li dijî terorê. Têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê têkşikandineke Tirkiyeyê ye ku hê jî didome û tirkiye hewl dide tola xwe ji gel hilîne.
Êrîşa artêşa Tirk di 28’ê Cotmeha 2018’an de li dijî Kobanê û piştre li dijî Girê Spî li pêşket di heman çarçoveyê de ye. Gelê me di peyama xwe ya demokrasiyê de berdewam e. Destdirêjiyên dubare yên Tirkiyeyê li dijî herêmên ewle bi hemû derfetên xwe hewl dide bandora berxwedana gel sînordar bike. Nexasim serkeftina dîrokî ya li dijî terorê li Kobanê û Efrînê. Tirkiye her tim dixwaze tola DAIŞ’ê ji gel hilîne. Bi berxwedanan ku bi saya wê gelê Kobanê û Reqa û seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin rizgarkirin. Bi îradeya gel ku li hemberî hovîtiya artêşa Tirk li Efrînê derketiye, divê hemû pêkhateyên gelê me xwepêşandanên girseyî li dijî dewleta Tirk li dar bixin. Em ê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê û tunekirina terorê berdewam bikin. Nûkirina soza parastinê mafekî rewa ye. Divê hêzên navneteweyî helwesta xwe bi berpirsyarî zelal nîşan bidin.”