Xwepêşandanên li dijî hikumetê yên Iraqê, ku li bajarên Bexda, Necef, Kerbela, Zîkkar, Basra, Babîl, Dîvaniye, Nasiriyeyê dihatin lidarxistin, piştî ku alîgirên Tevgera Sadr dawiya meha Çileyê dawî li êrişên xwe anîn, ji nû ve zêde bûn.
NÊZÎ 30 XWEPÊŞANDÊR MIRIN
Lîderê Şîa Mûqteda El Sadr beriya niha gelek caran piştgirî dabû xwepêşandanan. Piştî ku DYE’yê di 3’ê Çileyê de generalê Îranê Qasim Silêmanî û berpirsyarê duyemîn ê Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs kuşt, Tevgera Sadr di 24’ê Çileyê de piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanan vekişand. Piştî ku lîderê Tevgera Sadr piştgiriya xwe vekişand, vê carê jî alîgirên wî ji bo belavkirina xwepêşandanan êriş birin ser çalakgeran. Di encama êrişan de nêzî 30 xwepêşandêr hatin kuştin û zêdeyî 200 jî birîndar bûn.
Piştî ku alîgirên Sadr ên bi navê ‘Kumik Şîn’ xwe ji qada xwepêşandanan vekişandin, di serî de paytext Bexda li gelek bajaran xwepêşandan ji nû ve zêde bûn.
Bi hezaran xwendekar ber bi qada Tehrîrê ya paytext Bexdayê meşiyan.
Li Kerbela, Babîl, Necef û Zîkkarê jî xwepêşandêr daketin qadan.
Xwepêşandêrên ku alên Iraqê hildan, li dijî Mûhammed Tevfîk Allawî ku ji bo avakirina hikumetê hatiye wezîfedarkirin û siyasetmedarê Şîa yê Iraqî Sadr dirûşm qîriyan.
SADR GEF LI ALLAWÎ XWAR
Di vê navberê de lîderê Tevgera Sadr Mûqteda El Sadr gef li Mûhammed Tevfîk Allawî xwar.
Sadr diyar kir ku eger di desteya wezîran a Allawî de endamên partiyekê hebe wê di nava 3 rojan de hikumetê hilweşîne.
Alîkarê Leşkerî yê Sadr Kazim Îsavî li paytext Bexdayê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Eger di desteya wezîran de endamekî partiyê bi taybetî jî navek ji komên çekdar ên Şîa hebe, wê tevger Iraqê ji bo Allawî veguherîne dojehê û hikumetê di nava 3 rojan de hilweşîne.”
Îsavî ragihand ku Tevgera Sadr wê bi ti awayî nebe parçeyek ji hikumetê û eger pêşî li avakirina hikumeta Allawî bê girtin wê biavêjin ser Herêma Kesk.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, piştî ku Adil Abdulmehdî îstifa kir, wezîfeya avakirina hikumetê di 1’ê Sibatê de radestî siyasetmedarê Şîa yê serbixwe Mûhammed Tevfîk Allawî kiribû.
Xwepêşandêrên li Iraqê îdîa dikin ku navê Allawî di encama tifaqa Mûqteda El Sadr û lîderê Koalîsyona Fetîh Hadî el-Amîrî pêşkêşî Salih hatiye kirin.
Allawî jî dibêje ku navê wî bi îmzeya 170 parlamenteran pêşkêşî Serokkomar hatiye kirin.
Mûhammed Tevfîk Allawî divê di nava mehekê de hikumetê ava bike û dengê pêbaweriyê ji Meclîsê werbigire.