Bi sedan alîgirên Sedr ku li ber Dadgeha Bilind a li derveyî Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind a li Bexdayê kom bûn, bi pankartên ku hildan, daxwaza hilweşandina parlamentoyê û têkoşîna li dijî gendeliyê kirin.
Bi mehan e li Iraqê xitimandineke siyasî heye. Hêzên siyasî yên Şîe ji Cotmeha 2021’an vir ve li ser wê yekê ku kî bibe Serokwezîr li hev nakin.
Li aliyekê tevgera Sedr ku daxwaza hilweşandina parlamento û hilbijartinên giştî dike û li aliyê din jî Çarçoveya Hemahengî ku aliyên Şîe yên alîgirên Îranê di nava xwe de dihewîne heye.
Tengezarî di meha Tîrmehê de rengekî nû girt. Bi sedan kesên alîgirên Sadr li baxçeyên parlamentoyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û zext zêde kirin. Çarçoveya Hemahengiyê li derdora Herêma Kesk jî çalakiyên rûniştinê pêk anî.
Di 10’ê Tebaxê de, lîderê şîe Muqteda Sadr bang li dadweriyê kiribû ku di nav hefteyekê de parlamentoyê hilweşînin, lê dadweran jî ragihandibûn ku di vê mijarê de ti desthilata wan nîne.
Serokwezîr Mustafa Al Kazimî hefteya borî ji bo derketina ji krîzê hewl da “diyaloga neteweyî” pêş bixîne. Lê nûnerên tevgera Sedr civîna diyaloga netewî boykot kirin.