Li Binarê Qendîl ku demek beriya niha di encama lehiyê de ziyanek mezin çêbibû, heta niha alîkariyek ku pirsgirêkan çareser bike nehatiye kirin. Gundî jî hewl didin bi derfetên xwe pêdiviyên xwe bicîh bînin.
Di 26’ê cotmehê de ji ber barana dijwar li gelek deverên Herêma Kurdistanê lehî rabibû û ziyanek mezin çêbibû. Lê ziyana herî mezin li Binarê Qendîl pêk hat û gelek malên gundiyan, pirên di navbera gundan de hilweşiyan, xetên ceyranê û bendavên ji bo ceyranê hatibûn çêkirin xirab bûn, her wiha bax û baxçeyan ziyanek mezin dît.
Piştî lehiyê Şarevaniya Qendîlê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û ev kampanya hîn didome. Parêzgeha Silêmaniyê jî diyar kiribû ku wan alîkarî şandiye. Lê gorî gundiyan û şarevaniyê heta niha alîkariyek têrker ku karibe pêdiviyan bicîh bîne, nehatiye şandin.
Li herêmê hîn jî xetên ceyrana giştî nehatine sererastkirin û gundî di tariyê de ne.
Welatiyên herêmê li aliyekê dixwazin ku alîkariya wan bê kirin, li aliyê din bi derfetên xwe bendavên hilweşiyayî yên ku wan bixwe çêkiribûn û ziyan dîtibûn, careke din çêbikin. Gundî hewl didin ku bi vî rengî pêdiviya ceyranê pêşwazî bikin.
Yek ji welatiyên Binarê Qendîlê Mam Mihemed ku ew jî di çêkirina bendavê de cîh digire, got: “Piştî lehiyê gelek cihên me zirar dîtin, hinek pir ruxiyan û elektrîk qut bû. Desteka hikûmetê nîn e, lewma ev çend roj e, em zehmetiyê dikişînin.”
Mihemed Hemed diyar kir ku wan beriya niha bi derfetên xwe bendav çêkiribû û ceyranê ji wir digirin, lê wê jî di lehiyê de ziyan dîtiye û car caran pirsgirêk derdikeve. Hemed anî ziman ku ew niha ji bo sererastkirina bendavê kar dikin û got: “Ji bo çêkirina bendavê her carê ji gundên cuda welatî tên û dest didin hev, karê xwe dikin.”
Mihemed Hemed destnîşan kir ku heta niha ji hikûmeta herêmê tu kesek nehatiye û tespîta ziyanan nekiriye. Hemed got ku wan hêviya xwe ji hikûmetê qut kiriye.