Nûnerên hikumeta Trablûsê ya xwe dispêre Enqereyê û hikumeta ku navenda xwe Tobrûk a li rojhilatê Lîbyayê ye, tevlîbûna li danûstandinan sekinandin.
Her du aliyan daxuyaniyên cuda dan û diyar kirin ku ji ber nakokiyan wan ev biryar dane.
Parlamenta ku navenda xwe li rojhilatê welêt e, diyar kir ku mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê (Manûl) temamiya 13 nûnerên wan nepejirandiye, lewma ew tevlî danûstandina nabe. Hevrikê wan ê li Trablûsê jî ew dixwazin li benda pêşketina danûstandinên leşkerî yên li Cenevreyê bisekinin.
Berdevkê Manûlê ragihand, ku tevî van daxuyaniyan wê hevdîtina 26’ê Sibatê ya ji bo diyalogê hatiye destnîşankirin neyê betalkirin. Berdevk Jean el Alam got, “Gelek beşdar hatin Cenevreyê. Em hêvîdar in ku beşdarên din hemû yên hatine vexwendin bên.”
KOMÎSYONA LEŞKERÎ LI SER ‘PÊŞNÛMEYA AGIRBESTÊ’ LI HEV KIR
Di vê navberê de Komîsyona Leşkerî ya Hevpar kku ji her du aliyan pênc nûnerên leşkerî tê de hene, heta roja Yekşemê li Cenevreyê civîn li dar xist. Di civîna komîsyonê de li ser pêşnûmeyeke agirbestê ya li Manûl li hev hate kirin. Tê payin ku pêşnûme meha Adarê bi encam bibe.
Di daxuyaniya nivîskî ya Manûlê de hate gotin, “Her du aliyan, ji bo danûstandinên nû û jinûve destpêkirina nîqaşan a meha bê, biryar dan ku pêşnûmeya lihevkirinê pêşkêşî rêveberên xwe bikin.” Li ser pêşnûmeya agirbestê ya aliyan agahî bi dest neketin.
HIKUMETA TRABLÛSÊ: ENQERE NEBE EM NIKARIN PAYTEXTÊ BIPARÊZIN
Li aliyê din, rojnameya 24Heûres a Swîsreyê ragihand ku hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya li Trablûsê diyar kiriye ku bêyî Enqereyê ew nikarin paytextê biparêzin.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan roja Înê bi daxuyaniyekê piştrast kiribû ku komên çete yên ser bi Enqereyê piştgiriya Trablûsê dikin. Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Trablûsê Mûhammed Syala diyar kir ku “welatiyên Tirk” jî li herêmê ne. Sylana got, “Heta ku sivîl di rewşeke metirsîdar de bin wê li vir bin.”
Hikumeta Trablûsê di danûstandinên li komîsyona leşkerî ya Cenevreyê de hewl dide ku hêzên Mareşal Xelîfe Hefter ji Trablûsê dûr bixînin. Syala ji bo hêzên Xelîfe Hefter ku çend kîlometreyan dûrî Trablûsê ye got, “Kengî bixwazin dikarin êrişî paytextê bikin.”
HEFTER: HETA KU TIRK VENEKIŞIN LIHEVKIRIN NABE!
Li gorî ajansa nûçeyan a Rûs Rîa Novostî, Xelîfe Heter ku di 21’ê Sibatê de serdana Rûsyayê kir, diyar kir ku heta hêzên Tirk venekişin wê lihevkirin nebe. Hefter got, “Eger hevdîtinên li Cenevreyê bi aştî û ewlekariya li welatê me bi encam nebin, eger leşkerên ku bi berdêla pereyan şer dikin li cihê jê hatine venegerin, hingî wê hêzên çekdar li dijî dagirkerên Osmanî-Tirk dest bi parastinê bikin ku wezîfeyeke xwe ya destûra bingehînî ye.”
Li gorî Hefter, danûstandinên li Cenevreyê tenê bi vekişîna ‘leşkerên bi pereyan şer dikin ên Tirk û Sûriyeyê’, bi bidawîkirina sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk li Trablûsê û ‘tinekirina komên terorîst ên bi pereyan şer dikin’ dikarin bi ser bikevin.