Dewleta alman li dijî gelê kurd mîna rejîma Erdogan tevdigere. Li ser daxwaza serdozgeriya Îdirê, hêzên polîsan û dozgeriya eyaleta Mecklenbûrg-Vorpommernê îfadeya penaberekî kurd girt. Parêzerê penaberê kurd jî bertek nîşan da û got ku dozgeriyê agahiyên der barê penaberê kurd de dane dewleta tirk û ev jî li ser jiyana muwekîlê wî de metirsiya jiyanê çêdike
Beriya serdana serokkomarê tirk Erdogan a li Almanyayê ku tê payîn dê di 28-29’ê îlonê de were Berlînê, hevkariya dewleta alman û tirk zêde bû. Bi rûdanên dawî re xuya bû ku dewleta alman û rejîma Erdogan di qadên ‘ewlehî’ û ‘hiqûq’ê de pêkve dixebitin.
Di encama vê hevkariya Berlîn û Enqereyê de penaberê kurd Îbrahîm O. ku ji mêj ve ye li eyaleta Mecklenbûrg-Vorpommernê li dijî, bi daxwaza dozgerên rejîma Erdogan neçar ma ku îfade bide dozgerên alman. Der barê Îbrahîm O. de dozgeriya Îdirê bi hinceta ku serokkomarê tirk Erdogan ‘biçûk xistiye’ doz lê vekiribû.
Dozgeriya Îdirê piştî ku tespît kir ku Îbrahîm O. li Almanyayê dimîne, dosyeya lêpirsînê şande sefaretxaneya tirk a Berlînê û piştre dogzeriya Neubrandenbûrgê dest danî ser dosyayê. Piştî ku O. neçû îfadeya dozgeriyê, vê carê polîsên alman ketin dewrê. Hate gotin polîsên alman penaberê kurd ‘sûcdar’ nîşan dane û der barê lêpirsînê de pirs jê kirine. O. di îfadeya xwe de gotiye ku parvekirinên li ser tora civakî ne aydê wî ne. Di parvekirinê de ji bo Erdogan peyva ‘Kerdogan’ hatibû bikaranîn.
Der barê mijarê de parêzerê penaberê kurd Lukas Thenûne anî ziman ku bêyî destûra Wezareta Dadê ya eyaleta Mecklenbûg-Vorpommernê muwekîlê wî nikare îfade bide dozgeriyê û polîsan. Thenûne dozgerî û polîs rexne kir. Parêzer hevkariya saziyên darazê yên alman ên bi rejîma Erdogan re jî rexne kir. Têkildarî ku îxtîmala Almanyayê agahiyên şexsî yên muwekîlê wî dabin dewleta tirk jî Thenûne wiha got: “Heke dozgeriyê agahiyên şexsî yên miwekilê min dabin saziyên tirk û vê rewşê jî muwekîlê min û malbata wî xistibe talûkeyê, ev hetîkahiyeke mezin a hiqûqê ye. Me ev mijar ji dozgeriyê pirsî lê tu bersiv nedan me.”
Weke ku tê zanîn li Almanyayê MÎT’ê toreke mezin a îstixbaratê daniye. Rayedarên Almanyayê gelek caran li xwe mikûr hatin ku amadekarî tên kirin dê li dijî siyasetmedarên kurd û muxalîfên rejîma Erdogan sûîqest bên kirin. Di rapora îstixbaratê ya di meha tîrmehê de jî dihat gotin ku MÎT sefaretxaneya dewleta tirk weke navenda xwe ya fermî bikar tîne. Di rapora 2017’an de jî dihat gotin ku endamên MÎT’ê bi navê peywirdarê sefaretxaneyê û balyozxaneyê li Almanyayê xebatên îstixbarî dikin. Her wiha dihat destnîşankirin ku mizgeftên girêdayî wezareta diyanetê jî ji hêla MÎT’ê ve tên bikaranîn.