Desteya Tenduristî û Hawirdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina yekemîn Kongreya Tenduristiyê dike.
Desteya Tenduristî û Hawirdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşxistina warê tenduristiyê amedekariya li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amedekariya kongreya yekemîn a tenduristiyê dike. Dê kongre li Eyn Îsa yê pêk bê.
Derbarê amadekariyên kongreyê de Hevserokê Desteya Tenduristî û Hawirdorê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa axivî. Mustefa diyar kir kongrê dê di 31‘ê Gulanê pêk bê û armaca kongreye pêşxistina rewşa tenduristiyê li herêmê ye.
Dr.Ciwan Mustefa got: “Niha nîqaş bi komîte û desteyên herheft meclis û rêveberiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têne kirin. Di civîna me ya 2‘ê Gulana 2019‘an de biryar hate girtin ku kongreyeke tenduristiyê taybet ji bo nexweşiyên dil li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.”
Mustefa li ser armancê lidarxistina kongreyê wiha axivî: “Lidarxistina kongreyê pêwîstiyek e, nexasim ku şerê salên dawî li herêmê rû dan, bandoreke neyinî li ser rewşa tenduristiyê kirine. Di encamê de herêmê ji pêşketinên tibî û zanistî ku li cîhanê çêbûn dûr ketiye.”
Dr. Ciwan Mustefa di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca duyemîn a kongrê pêşxistina asta tenduristiyê û xebatkarên wê yên taybet bi nexweşiyên dil li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Mustefa got: “Di kongreyê de dê semîner bêne dayîn û pêşangeheke li ser nexweşiyên dil were vekirin. Deriyê kongreyê ji hemû bijîşkan re vekiriye. Hemû bijîşkên nexwşiyên dil ên Bakur û Rojhilatê dê werin vexwendin.”
Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku di xebatên tenduristiyê de hin pirsgirêk û kêmasî hene û wiha pê de çû: “Bi beşdarbûna komîteyên rêveberiyê em hewl didin van kêmasiyan derbas bikin û rewşa tenduristiyê pêş bixînin.”
Mustefa diyar kir ku projeyên wan hene jê, vekirina labaratwara kontrolkirina derman û xwarinê ye ku wekî pêwîstiyekî tê dîtin da ku dermanên derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin werin naskirin.
Hevserokê Desteya Tenduristî û Hawirdorê Dr. Ciwan Mustefa di dawiya axaftina xwe de got: “Wekî deste em bi koordîneya komîteyên xwe hewl didin ji bo xeteriyên tenduristiyê ku îhtîmal heye belav bibe peyda, asteng bikin.”
(bb)
ANHA