Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê piştî civîna xwe ya Desteya Rêveberiyê daxuyaniyek nivîskî belavkir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Amerîka mijara Kurdan weke kartekê bikartêne, herwiha hat gotin ku divê hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê bibe çareserê pirsgirêkên gel ne ku ji bo berjewendiyên hizbî bê karanîn. Tevgera Azadî got ku dewleta Tirk dixwaze bi tecrîda li ser Rêber Ocalan Kurdan bê nasname bihêle. Tevgerê balkêşa ser biryara Amerîka jî û got ku biryar li dijî hemu Kurdane.

Tevgera Azadî piştî civîna xwe ya Desteya Rêveberiyê ya ku di 16’ê vê mehê de bi amadebûna hevserokên Tevgerê, endamên Deteya Rêveberiyê û dîwana giştî ya serokatiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku welatên cîhanê yên weke; ‘Amerîka, Rusya, Fransa, Brîtanya û Almanya’ Kurdan weke kartekê bikartênin. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêbertiya Abdulah Ocalan mijara Kurdan gihandiye qonaxek ku gel bibe xwedî îrade. Lê modernitiya sermayedar van pêşketinane na pejirêne, ji bo vê hewl dide astengiyê ji bo têkoşînê çêbike.

Daxuyanî wiha domkir: “Biryara Wezareta Derve ya Amerîka a li dijî rêveberên şoreşa gelê Kurd, biryarek li dijî hemu Kurdane. Ev jî êdî tê dîtin ku Amerîka naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe, dixwaze mijara Kurdan weke kartekê bikarbêne. Yêku diviya bu Amerîka dijayetiya wê bikira, desthilatiya dewleta Tirk bitaybet faşîzma AKP’ê bû. AKP ji bilî wêran kirina bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û girtina têkoşerên jibo demokrasiyê dixebitin, ti siyasetek din nake. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên ser Şengalê û şehîdxistina Mam Zekî siyasetek qirkirinê dide maşandin Bi heman awayî mirov li cihên cuda cuda dibin qurbanê siyaseta faşîzane a dewleta Tirk.”

Tevgera Azadî di daxuyaniyê de got ku wana di civîna xwe de guftugo li ser encamdana Konferansa Herêman û li darxistina Kongreya bê ya Civata Giştî ya Tevgera Azadî kirine. Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de got ku wê di qonaxa yekem de Konferansa Herêman bê lidarxistin û piştî wê jî Kongreya Giştî were pêkanîn. Tevgerê diyarkir ku li herêman amadekariyên pêwîst hatine kirin û bi awayek sîstematîk kar bi rêve diçin. Hemu amadekariyên ku kongre di dema xwe de were kirin hatine çêkirin.

Hewiha Tevgera Azadî di daxuyaniyê de got ku derketina li dijî tecrîda giran kirî a li ser Rêber Ocalan erkê hemu gelê Kurde, ji ber ku tecrîd ji aliyê dewleta Tirk û bi piştgiriya hevpeymanên wê tê kirin. Tecrîd tê wateya bê nasname kirina gelê Kurd.

Tevgerê di dewama daxuyaniya xwe de balkêşa ser dayîna 48 milyon dînarê Iraqê ji bo parlamenterên berê jî û got: “Dayîna 48 milyon dînarê Iraqê ji bo parlamenterên ku dema wan xilas buyî ne raste. Bi taybet divê qonaxa ku zêdetirî karmendên Herêma Kurdistanê dinava qeyranê dene û muçeyên wan nayên dayîn de, biryarek bi vî awayî ne mafdare. Bi taybet mamosta di rewşek xirab de jiyan dikin, perwerde di rewşek ne başde ye. Herwiha di beşê tendirûstiyê de jî qeyrana aborî çêbuye, divê werza zivistanê de nebûna neftê şermezariyek mezine. Rêjeyek mezin a bêkariyê li Herêma Kurdistanê heye.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê herî dawî balkêşa ser pêkanîna nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û got: “Pêkanîna hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê jî mijarek ya civîna me bû. Divê kabîneya nû ya hikumetê ji pêşbaziya hizbî durbe û şert û mercên niha ya navçeyê û gelê Kurd li ber çavan were girtin. Divê ev hikumet li gorî berjewendiyên gelê me be û dibin bandora welatên derve de neyê çêkirin. Pêwîste hemu ezmunên xirab yên hikumetên borî li ber çavan were girtin, çareserî ji qeyrana darayî ya heyî re bê dîtin û bi Iraqê re jî peywendî werin asayî kirin. Divê çareseriya pirsgirêkan di hikumeta nû de were dîtin, neku berjewendî û erkên hizbî bên dîtin.”