RIMÊLAN – Amirê DAIŞ’ê yê Tirkiye Îlyas Aydin ku di destê QSD’ê de ye, pêvajoya belavkirin û hilweşîna DAIŞ’ê vegot. Dîsa qala dewletên ku bi wan re di nava têkiliyê de vegot. Aydin, anî ziman ku di nava welatên ku xwestin mafê welatiyê bidin wan Tirkiye jî heye. Amirê DAIŞ’ê yê Tirkiye Îlyas Aydin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ew li Dêra Zorê dîl girtiye, pêvajoya têkçûna DAIŞ’ê vegot. Aydin, anî ziman ku ji bo endamên DAIŞ û malbatnên DAIŞ’iyan derxin dervê sînor rapor amade kir û wiha got: “Lê Bexdedî ev yek red kir. Di vê pêvajoyê de Welatên Îhvancî fikirîn ku mafê welatîbûnê bidin wan. Me ev rewş bir gelek cihan. Dema xwestin min bînin ser masaya Tirkiye,  DAIŞ belav bû.  ‘JI BO EZ MALBATAN BIŞÎNIM TIRKIYE MIN RAPOR DA BAGDADÎ’  Aydin, anî ziman ku dema QSD’ê li dijî Dêra Zorê dest bi operasyonê kir, bi armanca ji Rêberê DAIŞ’ê Ebu Bekîr Bagdadî re bişîne rapor amade kir û wiha got: “Piştî operasyonê pirsgirêk derket. Hêjmara malbatan pir zêde bû. Ji bo vê hêjmarê em li ser rê û rêbazan rawestiyan. Ji bo malbat dîl neyên girtin min rapor amade kir. Min pêşniyar kirin. Min di vê mijarê de xwest bi Tirkiye re li hev bike û hemû malbatan di ser rêya Idlibê re bişîne Tirkiye. Di vê mijarê de me ji El Nusra jî alîkarî xwest. Em li ser vê mijarê ketin nava têkiliyê. Diyar kirin ku dikarin bibin alîkarî. Lê rapora ku min nivîsand Bagdadî rapora min red kir. Ger ku ya min got bihata kirin îro em tev dîl nedihatin girtin. Çi bû. Îro 80 hezar malbat teslim bûn. Dema jin derketin me got bila biçin Sudanê. Me got Tunusî Libyayî û Misirî cîran in û wê biçin wir. Yên ji Komarên Tirkî ne jî wê biçin Tirkiye, Azerî, Kirgiz, Kazak, Turkmenistanî û Ozbekîstanî jî wê biçin Tirkiye bi cih bibin. Lê Bagdadî ji aliyê hin kesên din ve hat arastekirin û ev rapor red kir. Lê dîsa ez ranewestiyam. Malbatên ku xwestin derkevin min bi rêya têkiliyên xwe ew derxistin. Min malbata xwe jî yanî 2 hevjîn û zarokên xwe jî min derxistin. Niha yek jê li Stenbolê li gel malbata min dibîne. Ya din jî li kampê dijî. Dema bihîstin ez vê yekê dikim, Emnî (Îstîxbarata DAIŞ’ê) li min digeriyan. Di demên dawî de ez bûm mirovekî qaçax.”   ‘HIKÛMETÊN ÎHVANCI XWESTIN WELATÎBÛNÊ BIDIN’  Aydin, anî ziman ku piştî rewş bêtir xera bû, hin welatan plan kir ku mafê welatîbûnê bidin wan û wiha bi dawî kir: “Bi awayekî fermî ev yek anîn ziman. Di televîzyonan de jî derketin. Hikûmeta Katarê li ser vî esasî civîn pêk anîn û diyar kirin ku wê mafê welatibûnê bidin me. Bi fikra emê wan perwerde bikin û paqij bikin nêzîk dibûn. Endonezya, Tunus û Tirkiye jî ev fikir birin DYA’yê. Bi taybetî hikûmeta Îhvanci li ser vê mijarê amadekarî dikirin. Lê pêk nehat.  WÊ EZ BIANÎMA SER MASA TIRKIYE, LÊ DAIŞ TÊK ÇÛ Piştî min rapor da Bagdadî, ez bi rayedarên jor ê DAIŞ’ê re dîsa hatim cem hev. Dema xwestin min bînin ser masaya Tirkiye,  DAIŞ belav bû. Li ser vê meseleyê 6 saetan bi min re hevdîtin kirin. Min rewşa Tirk, kurd, demokrat û cemaetên olî vegot. Min pevçûn, nakokî û têkiliyên wan vegot. Min fikir da ku komên biçûk ên cemaetên îslamî çawa dikarin di bin baneyekî de kom bikin. Lê piştî dîtin ku ezê vê yekê baş pêk bînim, der barê min re raporek neyînî şandin navendê. Bi taybetî piştî Ebu Adnanî hat kuştin, ez ji gelek tiştan dûr xistim. Bi taybetî piştî Ebu Adnanî û Ebu Furkan hat kuştin, rêxistin wekî tayê glokê vebû.”  Amîrê DAIŞ’ê yê Tirkiye İlyas Aydin û û bi hezaran malbatên DAIŞ’ê di destê QSD’ê de ne. Niqaşên ji bo darizandina DAIŞ’ıyan û avakirina dadgehê didome.  MA / Nazım Daştan Parve bike: