Rêxistina Efoya Navneteweyî /Amnesty İnternational (AI), diyar kir ku Rejîma Îranê dê îro Zeynep Sekaanvand ku rastî tundiya hevjînê xwe hat û ji bo xwe biparêze hevjînê xwe kuşt, darve bikin.
Rêxistina Efoya Navneteweyî /Amnesty İnternational (AI), têkildarî rewşa Zeynep Sekaanvand ku rastî tundiya hevjînê xwe hat û ji bo xwe biparêze hevjînê xwe kuşt, agahî da û xwest rayedarên Îranê mahkûmiyeta Sekaanvandê fez bikin. AI, ji rayedarên îronê xwest ku Sekaanvand li gorî rêgezê edaleta zarokan darizînin. AI, îdîa kir ku Zeynep Sekaanvand a 24 salî dê îro ji aliyê Rejîma ÎRanê ve bê darvekirin û ji rayedaran xwest biryara darvekirinê paşve bikişînin. Li ser navê Rêxistina Efoya Navneteweyi, Dîroktorê Parastin û Lêkolina Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn Philip Luther, daxuyanî da û diyar kir ku Zeynep Sekaanvand dê îro bê darvekirin.