Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok têkilî hilbijartina ku  wê Yekşemê bibe, axivî, got, ji bo welatekî demokratîk divê mirov biçe ser sindoqê û mirov dengê xwe bide hêzên demokrasiyê.

Endamê Konseya  Rêveber a KCK’ê Xebat Andok ji Medya Haber TV re axivî. Andok, Leyla Guven û hemû berxwedêrên greva birçîbûnê slav kir û şehîdên pêşî yên pêngava berxwedanê Ugur Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar bi bîr anî.

Andok got zexta li ser HDP’ê bi rengê dijberiya civakê û Kurdan tê kirin û got, ‘’Bi rastî jî ji hilbijartinê wêdetir li Tirkiyê tam rewşa şer heye. Em di psîkolojiya AKP-MHP’ê  de, di zextên wê de, di dek û dolabên wê de vê bi rengekî zelal dibînin. Bi temamî mina pirsgirêka mayindetîtiyê tê dîtin. Di vê pêvajyê de hemû sere xwe di ser HDP’ê re  dikin. HDP ne tenê partiya Kurdan e, partiya hemû gelên Tirkiyê ye. Ji ber ku wan hemû dînamîka civakê dane pêşberî xwe, HDP ya ku bi civakê re ye jî didin pêşberî xwe.

Ji ber ku dijminên Kurdan in dijberiya HDP’ê dikin. Çi yê ku Kurdan li ser piyan digire, li dijî qirkirina Kurdan radiweste, ji wan re terorist dibêjin. Li kûdeverê Kurdek hebe ku li ber xwe dide, êrîşê didin ser. Bi kîjan motîvasyonê êrîş bi ser Efrînê de biribin, çawa tecrîdê li ser Rêbertî datînin, Başûrê Kurdistanê bi kîjan motîvasyonê dagir bikin, çawa gerîla tine dikin, bi kîjan motîvasyonê bajarên Kurd kavil kiribin niha jî bi wî rengî dijminatiyê li HDP’ê dikin. A rast AKP-MHP iştekî nû nakin. TC ya qirker a sedsalî çi kiribe, ji yên berê feyzê distînin û van êrîşan tînin. Vê tenê bi rengê dijberiya HDP’ê nakin, wiha li CHP’ê jî dikin, li ÎYÎ Partiyê jî dikin.’’

BERXWEDANA KURDAN NÎŞAN DA BÊ KA AKP ÇENDÎ QIRKER E

Andok diyar kir  di dest AKP’ê de ti argûman nemane û di ketina maskeya wê de berxwedana Kurdan diyarker bûye û got, ‘’Argûmana MHP’ê pir naguhre, tim dijminê Kurdan û demokrasiyê ye. AKP pir berteng bû. AKP weke partiya xwedê giravî yên ku zilma pergalê dîtin, yên Kurdan û hemû derdorên ku bi pergalê re probleman dijîn derkete hole. Bi kurtasî, mina partiyeke wiha xuya dikir ku wê azadiya ku civak lê digerin bîne. Ji bo vê jî argûmanên wê, berê zêde bûn.

Bi rengekî ku her kesî îstîsmar bike, zimanê xwe jî li gorî vê danî, bi çarçoweya sere taybet ev kir. Lê Kurdan maskeyan wî xist. Berxwedana Kurdan nîşan da bê ka ew çendî qirker, çendî înkarker e. Di rewşa berdest de ji bo ku hatiye ser xeta AKP-MHP’ê, li derdoran wan hin derdorên berteng hene ku jê bawer dikin, argûmana xwe ya têkilî Kurdan ji dest da.’’

Andok bi domdarî got zimanê AKP û MHP’ê ji ser ta pê bûye yek, Kurd û hêzên demokrasiyê dive polîtîkayên AKP-MHP’ê, gotinên wan ji hev neqetînin û wiha nêzîktêdayî lê bikin, a ku berê AKP’ê diyar dike, diyar dike bê ka wê AKP çawa tevbigere, MHP ye.

PARTYIYA HERÎ ÇALAK A PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ HDP YE

Andok bal kişande ser wê ku stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê ya li Kurdistanê û Tirkiyê rast û vê stratejiyê pir zor li desthilata AKP-MHP’ê kiriye û got, ‘’Ya ku herî pir ji stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê şaş mayî partiyên desthilatdarê ne’’ û domand, ‘’Bi rastî jî mirov dikare bi rehetî vê bibêje; partiya herî çalak a vê pêvajoya hilbijartinê HDP ye. Partiya ku herî pir li ser tê axaftina HDP ye.’’

Andok got AKP-MHP ne ji ber CHP’ê yan jî ji ber gavên ÎYÎ Partiyên problema ‘mayindetiyê’ (beka) dijîn, ji ber stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê problema mayindetiyê dijîn û got, ‘’Divê Kurd û hêzên demokrasiyê bibînin bê ka ev stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê çendî encamgir e û çi potansiyelan di nav xwe de vedihewîne û ji bo vê jî divê pir lê xwedî derkevin.

EM HILBIJARTINÊ BIKIN PARÇEYEK JI BERXWEDANA GIŞTÎ

Andok got piştî 7’ê Hezîranê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêvajoya darbeyê dijîn, rewşa heyî ne hilbijartin lê şer e û diyar kir, heke îro hilbijartin bibe AKP-MHP wê pir kêm dengan bistînin. Andok got, ‘’Şer rê ve dibin, dibêjin, ew dixwazin HDP’ê tine bikin. Ji bo vê jî bi navê hilbijartinê şer li dijî HDP’ê dikin.’’

Andok bal kişande ser stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê û got helwesta ‘pir wêrek e’’ û got, ‘’Ev jî bû pêngaveke stratejîk. Stratejiya wê ya li Kurdistanê û Tirkiyê bi heman mantiqî ye. Pêvajoya hilbijartinê pêvajoya berxwedanê ye. Şerê li djî Kurdan, li dijî hêzên demokrasiyê ye û ev hilbijartin parçeyek ji sere giştî ye. Ew dixwazin hilbijartinê bikin parçeyek ji şerê giştî, em jî dixwazin vê hilbijartinê bikin parçeyek ji berxwedana giştî. Ji bo vê jî, bêyî ku em bikevin nav berjewendiyên berteng ên partiyan, bala xwe bidin ser wê bê ka em çawa dikarin faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.’’

DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQÊ

Andok got bêyî ku lê binerin bê kar deverên bi rîskê hene yan na li her deverê divê rewşa giyanî ya Kurdistanê yek be, ji ber ku ji hilbijartinê wêdetir şerek te kirin, divê mirov bi tey bikevin ber hev û li gel ku li Amedê ti risk nine jî divê gelê Amedê ji her demê zêdetir bi asteke bilind amade be.

Andok got li ti devera Kurdistanê divê nekevin nav wê rewşa ‘’çilo jî be em ê bi ser bikevin’’ û domand, ‘’Li her deverê, weke deverên risk lê pir zêde ye, divê bi asteke bilind mirov biçe ser sindoqê, li gorî hewcehiyên wekatparêziyê divê mirov tevbigere û bi wê hişmendiyê be.’’

HDP NE TENÊ PARTIYA KURDAN E

Andok got, li Bakurê Serhedê hin deverên bi risk hene û li ser sedema vê jî got, ‘’têra xwe xebat nehatine kirin’’. Andok got, ‘’Xebat berteng in. Ne xebatên wiha ne ku xîtabî hemû gelan bikin. HDP partiya hemû gelan e. Ango HDP weke ku hin kes dibêjin, ne partiya Kurdan tenê ye, lê partiya Kurdan e jî. Partiya her kesî ye. Civak çawa pir reng be, HDP jî wiha ye. Bernameya HDP’ê wiha ye, sedema bûyina wê wiha ye.’’’

Andok bi bîr xist ku HDP ji bo hilbijêrên Kurdistanê yên li metropoloên Tirkiyê bibe Kurdistanê û bikin ku dengê xwe bi kar bînin derfet çêkirine, rêxistiniya vê kirine û got, ‘’Nexasim ên ji Bakurê Serhedê, heke biçine Kurdistanê û dengê xwe bidin û li sendoqên xwe xwedî derkevin bi rehetî dikarin wan deran bistînin.’’

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ HELWESTA ŞOREŞGERAN YEK  BE

Andok têkilî Dersimê jî got, ‘’Diviya li Dersimê wiha nebûya. A soxî namzetê SMF’ê Maçoglu ye. Beriya niha di nav yekîtiya hêzê de cih girtiye, di têkoşîna dijî faşîzmê de bi HDP’ê re tevgeriyaye lê ji ber sedema ku bi lezgînî namzetên xwe diyar kirin û pir li ser vê rawestiyan ew nîqaş hinekî derketin. Baş nebû wiha.

Çawa ku jib o Kurdan, helwesta li dijî qirkirinê, li dijî pergala mêtinger şertê welatparêzbûnê be, ji bo şoreşgeran jî diviya helwesta li dijî faşîzmê wiha bûya. Diviya dengên şoreşgerên wiha ji hev parçe nebûna. Lê HDP jî weke her kesî ji bo serkeftinê hewl dide û wê bistînin. Lê li dijî faşîzmê divê helwesta şoreşgeran yek be. Divê yek kulm bin.’’

VÎNA BERXWEDÊR A GELÊ ŞIRNEXÊ WÊ PLANÊN AKP’Ê TÊK BIBE

Andok got AKP-MHP li Şirnexê hin plansaziyan dike  lê gelê Şirnexêwê van hesaban têk bibe û got, ‘’Li gorî xwe hesaban dikin. Jixwe Erdogan got bila sindoq bi sindoq xebat were kirin. Sindoqan vediguhezin. Li ber çavê her kesî dikin. Ji bo vê jî wiha tevgeriyan. Tê fêhmkirin ku li gorî xwe hesaban dikin. Şirnex devereke wiha ye ku gelek cih welatparêziyê jê hîn dibin. Cihekî wiha yey ku her kesî berê xwe dayê. Dilê Botanê ye.’’

Çima berxwedana xwerêberiyê li devereke dî nebû lê li van deran bû. Ji ber ku ji kûr ve welatparêzî serifandine, li dijî qirkirinê bi helwest in. Dewlet jî planên ‘’çok şikandinê’’ datîne, stratejiya ku van deran vala bike, qir bike, rê ve dibe. Bi taybetî bala xwe daye ser şikandina Şirnexê. Li gorî xwe hesaban dike. Ne pekan e ku ev bi ser bikeve; ji ber ku asta ku gelê me yê Şirnexê temsîla welatparêziyê dike ev wiha ye. Ango gel neşemiye, berevajî, li her devera Kurdistanê, ji ber rewşa dijber a AKP’ê ya li Kurdan û Kurdistanê, ên ku berê deng dane AKP’ê jê dûr dikevin.

Rewşeke wiha heye. Lê pirsgirêk ne ev e. 7-9 hezar deng veguhastine. Gelek leşker û polîsan dibin vir. Hher wiha di ser qoriviyan re dixwazin tiştinan bikin. Gel kom dikin, zextan dikin, dixwazin çavtirsandî bikin. Mirov koçber kirin. Bi bicihkirina polîs û leşkeran, bi xwespartina ser derdorên noker polîtîkaya ku ji Kurdan xalî bikin dikin. Lê li gel van tiştan jî gelê Şirnexê, bi helwesta xwe ya birûmet û berxwedêr, li gel hemû kêmasiyan jî asta rêxistiniya wê, wê plana faşîzma AKP-MHP’ê li bin guhê erdê bixe.’’

ÊN KU GUHERÎNA TIRKIYÊ DIXWAZIN DIVÊ DENG NEDIN  AKP-MHP’Ê

Andok got Stenbol Tirkiyeyek biçûk e,  ji bo ku AKP-MHP li Stenbolê têk biçe dengên HDP’ê stratejîk e û wiha domand, ‘’Stenbol bi her awayî Tirkiyeyeke biçûk e. Bi rol û misyoneke wiha ye ku siyaseta Tirkiyê diyar dike. Heke Stenbolê bistînin, bi xwe spartina ser Stenbolê wê pêşbîniya wê bikin ku desthilatê bidomînin. Ango dizanin ku wê qels bibin û derkevin. Pir ditirsin.’’

Andok got biya wan hilbijêrên HDP’ê wê ne bi wê helwestê bin ku neçin ser sendoqê, hin helwestên ku seriyan tevlîhev bikin çêbûn lê HDP’ê ew bi ser hev de anîn û HDP’ê li bara van polîtîkayan û arestekirinan gireya xwe qanih kir û domand, ‘’Hilbijêrên HDP’ê jî têgihiştin bê ka dengê wan çendî stratejîk e. Bi kurtasî li Stenbolê birina ser sendoqê ya hilbijêrên HDP’ê diyarker e û li gel vê, ew derdorên bêbiryar divê biryarê bidin. Ango kesên ku guherîna Tirkiyê dixwazin divê deng nedin AKP-MHP’ê.’’

BERNAMEYA HERÎ RAST A HDP’Ê YE

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Xebat Andok herî dawî bang li ciwanan kir û got, ‘’Di rewşa berdest de li Tirkiyê tekan partiya ku hewl dide bibe demokrat HDP ye. Bernameya herî baş a HDP’ê ye. Bername, hişmendî û pratik a ku wê pirsa Kurd çareser bike, Tirkiyê demokratîk bike ya HDP’ê ye. Ji bo vê jî divê hemû ciwan tercîha xwe ji bo HDP’ê bikin.’’