Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar ANHA’yê, çeteyên El Nûsra, li ser revîna çeteyên DAIŞ’ê ya li Efrînê û têkildarî dizîna hilberandina zeytûnan civiyane. Hate ragihandin ku çeteyên Tehrîr El-Şam (El Nûsra) û DAÎŞ li Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin hatine bicihkirin.

10 çeteyên DAIŞ’ê ji zindana çeteyên Feyleq El-Şam a li herêma Cindirêsê reviyan. Li herêmên ku artêşa Tirk dagir kiriye, DAÎŞ xwedî hebûn û hêz e. Gelek caran DAÎŞ`î bi awayekî veşartî ji herêmên di navbera Idlib û Hemayê de tevger dikin.
Li aliyekî din, welatiyan 2 cenazeyên ku nehatin naskirin li ser rêya di navbera bajarê Cindirês û gundê Ebo Keab de dît ku ev ne bûyera yekemîn e ku li kantonê pêk tê.

ŞER KIRIN
Bi nêzîkbûna demsala berhevkirina berhemên zeytûnan re, li herêma Cindirêsê şer di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de rû didin. Di encamê de gelek çete birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya bajarokê Etmê.

ZEYTÛNÊN WELATIYAN DIDIZIN
Meclisên çeteyan yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ji şêniyên Efrînê re gotine wê berhema îsal tenê ji sedî 10 yên we be û ya din jî wê ji çeteyên meclisê re be.

ÇETE LI HEV CIVIYAN
Çavkaniya ku agahî da ajansê, ragihandin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bi çeteyên Cebhet El-Wetaniyê re li herêma Cindirêsê civiyan e ku hêzeke hevbeş ava bikin û bi vê yekê jî Cebhet Tehrîr El-Şam dixwaze li herêmê hebûna xwe rewa bike.
Beriya niha jî, endamên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundê Dêrbelot ê girêdayî herêma Cindirêsê bi cih bûne.