Nûçegîhanên me gihaştin nuqteya dawî ya ku çeteyên DAIŞ`ê lê hatine dorpêçkirin, di dîmenan de diyar dibe ku çete sivîlan wek mertalên zindî bikar tînin.
HOGIR NECAR / DÊRAZOR
Di dîmenê ku bi sedan metre dûr, nûçegîhanê me kişandiye, tê dîtin ku çawa çeteyên DAIŞ`ê xwe di kortan de vedişêrin û dora sivîlan digirin. Hêzên QSD`ê jî nikarin pêş bikevin an jî şer bikin ji ber sivîlan.
Li ser mijarê fermandarekî QSD’ê ji nûçegihanê me re diyar kir ku piştî rizgarkirina sivîlan ew ê pêngava têkbirina DAIŞ`ê bidomînin.
(jo/bm)
ANHA