Komên ku navê “Pêşmergeyên Roj” li xwe kiriye û ji bo ku li dijî destkeftiyên gelê Rojava bêne bikaranîn, ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve hatiye damezirandin. Ev kom li gelek deveran gelek astengî û alozî derxistin. Armanca wan ewe ku di nava gelê kurd û bi taybet jî di nava gelê Rojava de aloziyekê derxin. Pevçûnên li Xanesorê mînaka vê yekê ne.

Riyad Selahedîn Hisên ji welatiyên bajarê Qamişlo ye û wek serdarê hêza yekemîn a komên Pêşmergeyên Roj xebitî û yek ji damezirînerên vê komê ye. Riyad Selahedîn Hisên diyar kir ku piştî wî rastiya armanca avakirina Pêşmergeyên Roj nas kiriye, xwe jê vekişandiye û di hevpeyvîneke li gel ajansa me ANHA’yê de hin lêhûrbûnên wekî vekirina dergehê Sêmalka di destpêka şoreşa Sûriyeyê de vegotin. Her wiha rastiya ku di nava Pêşmergeyên Roj de rû dide û aliyên ku alîkariya van koman di pevçûnên li Xanesorê de kirine, aşkera kirin.

Avabûna Pêşmergeyên Roj

Tabûreke çekdar e ku di sala 2012’an de li ser daxwaza Mesûd Barzanî ji aliyê hin welatiyên Rojava ve piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê hatiye avakirin. Perwerdeyên xwe yên leşkerî li ser destê îstixbarata Tirkiyeyê di baregehên başûrê Kurdistanê de dîtin û navê Pêşmergeyên Roj li xwe kirin. Armanc ji vê navlêkirinê ew e ku hêzeke xwe ava bike û li Rojava şer bike. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) vê hêzê digire ser xwe. Her wiha Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê vê komê wek girêdayî xwe diyar dike.

Bicihbûna komên Pêşmergeyên Roj

Komên Pêşmerge yên bi navê Roj ji 3 tugayan pêk tên û perwerdeyên leşkerî wergirtine. Tugaya yekemîn li ser hemû cureyên çekan û şerên cuda hatine perwerdekirin û ev tugaya ku ji aliyê Riyad Selahedîn ve hatiye birêvebirin, yek ji komên girîng di nava Pêşmergeyên Roj de ye. Tugaya duyemîn û ya sêyemîn ji sedî 93 kesên girêdayî Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyeyê (PDK-S) digire nava xwe û piraniya wan temenmezin in. Her tugayek ji wan hezar û 250 endaman pêk tê, ango giştî hejmara wan derdora 3 hezar û 750 leşker e û di nava wan de nêzî 200 endamên pêşmerge yên ji başûrê Kurdistanê hene.

Ev komên Pêşmergeyên Roj li deverên sînorî yên di navbera Rojava û başûrê Sûriyeyê de û herî zêde jî di devera Eyn Iwêz bi cih bûne.

Destpêka damezirandina komên Pêşmergeyên Roj û mercên wê

Riyad Hisên di sala 2012’an de yek ji kesên damezirîner ê van koman e. Riyad Hisên li gel hin dostên xwe re bi rayedarên başûrê Kurdistanê re civiyaye da ku vê hêza leşkerî ava bikin.

Riyad Hisên diyar kir ku yek ji mercên wan ên avakirina vê hêzê ewbuye ku danûstandinê bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re û heta bi partiyên din re jî nekin û di vê derbarê de wiha got: “Di civîna yekemîn a avakirina vê koma çekdar de em bi rayedarên başûrê Kurdistanê re civiyan. Di wê demê de merca me ya tekane ew bû ku em bi tu partiyên siyasî ve neyên girêdan û bi taybet Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS). Sedema me ya vê negirêdanê jî ew bû ku ev partî di karên xwe de bi ser neketin. Di civîna yekemîn de ev negirêdana me ji aliyê wan ve nehat qebûlkirin û Herêma Başûrê Kurdistanê jî ev merca me erê kir.”

‘Der heqê şervanên li Rojava de derew belav dikirin’

Piştî ku komên Pêşmergeyên Roj hatin avakirin, rayedarên herêma Başûr dest bi propagandaya wan kir û rê û sînor li pêşiya ciwanên Rojava vekir da ku beşdarî vê komê bibin. Di wê demê de rayedaran der heqê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de derew belav dikirin da ku beşdarî nava Pêşmergeyên Roj bibin û heta êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê ev rewş berdewam bû.

Armanc ji vekirina dergeha Sêmalka wergirtina ciwanan bû

Di destpêka damezirandina YPG’ê û YPJ’ê de li Rojava rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê dergeha Sêmalka vekir û îdia kir ku pêşwaziya welatiyên Rojava û parastina wan dike. Riyad Hisên ev îdiayên wan derewandin û diyar kir ku armanc ji vekirina dergeha Sêmalka tenê ji bo wergirtina ciwanan bû da ku beşdarî nava komên Pêşmergeyên Roj bibin.

Berxwedana Kobanê di nava pêşmergeyan de parçebûn çêkir

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hejmareke mezin a çeteyan û bi çekên giran ku ji her du artêşên Sûriye û Iraqê li Mûsil û Reqayê wergirtibûn, êrîşî Kobanê kirin. Berxwedana ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê ya li Kobanê, paya rayedarên başûrê Kurdistanê hejand û îdiayên van rayedaran serobin kir. Girêdayî vê mijarê Riyad Hisên wiha got: “Piştî berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê, hemû îdiayên rayedarên Başûr derew derketin û îspat bû ku YPG û YPJ hêza tekane ne ku dikarin axa Rojava ji terora DAIŞ’ê biparêzin. Di encamê de di nava Pêşmergeyên Roj de parçebûn derket û gelek kesan berê xwe da Rojava û vê yekê hişt ku paya rayedarên başûrê Kurdistanê biheje.”

Pêşmergeyan destdirêjî li rayedarên ENKS’ê kir û parçebûn zêde bû

Riyad Selahedîn Hisên da zanîn ku komeke Pêşmergeyên Roj xwest derbasî herêmên Rojava bibe, lê Partî Demokratî Kurdistan a Sûriyeyê (PDK-S) xwesteka wan red kir tevî ku Pêşmergeyên Roj PDK-S’ê qebûl nedikirin û wiha anî ziman: “Piştî bûyerên li Kobanê, aşkera bû ku Pêşmergeyên Roj nikarin şerê DAIŞ’ê bikin. Ji wê demê şûn de nakokiyên di navbera wan û rayedarên ENKS’ê de zêde bû.

Koalîsyonê ji Pêşmergeyên Roj xwest di bin fermandariya YPG’ê de tev bigerin

Riyad Selahedîn Hisên di sala 2015’an de bi rayedarên Koalîsyona Navneteweyî re dicive. Di civînê de rayedarên koalîsyonê ji Riyad û hin fermandarên din ên Pêşmergeyên Roj dixwazin ku xwe ji alîkariya YPG û YPJ’ê re amade bikin û ji wan re piştrast diki ku derbasbûna wan a herêmên Rojava dê di bin fermandariya YPG û YPJ’ê de pêk were û Pêşmergeyên Roj dê wek hêzeke girêdayî YPG’ê tev bigerin. Riyad Hisên da zanîn ku wî daxwaza Koalîsyonê erê kiriye û koalîsyonê ji rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê xwestiye ku bi fermandaran re bicive da ku xwe ji alîkariya bi YPG’ê re amade bikin.

Rayedarên Başûr pêşniyara Amerîkayê red kir

Di civînekê de ku di navbera fermandarên pêşmergeyên başûrê Kurdistanê, Pêşmergeyên Roj û Koalîsyona Navnetewyî û hin partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê de pêk tê, Riyad Hisên jî yek ji beşdarên vê civînê bûye. Di civîna yekemîn de pêşmergeyên Başûr û şandeya ENKS’ê pêşniyara Amerîkayê ya derbasbûna herêmên Rojava bê şert û merc qebûl nekirine û pêşmergeyên Başûr ji Koalîsyona Navnetewî xwestine, dema ku pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin bajarokê Rimêlan’ê bikeve bin serweriya wan. Koalîsyonê jî daxwaza pêşmergeyên Başûr qebûl nekiriye û civîn bê encam maye. Hêjayê gotinê ye ku, kontrol kirina bajarokê Rimêlan’ê wê demê mijara sereke ya aliyên başûrê Kurdistanê bû.

6 efser û 60 endamên din bi tawanbariya sîxuriya Amerîkayê hatin girtin

Piştî ku civîn bi dawî bûye îstixbarata girêdayî rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê 6 efser ku Riyad Selahedîn Hisên yek ji wan bûye û 60 endamên din ên Pêşmergeyên Roj bi tawanbariya sîxuriya Amerîkayê û koordîneya bi YPG’ê re girtine. Hisên û 5 efserên din 4 mehan di zindaneke li Hewlêrê de mane.

‘Armanca rayedarên Başûr petrol e, ne alîkariya Rojava ye’

Girêdayî tişta ku di civînê de rû daye de, Riyad Hisên wiha got: “Di civînê de aliyên girêdayî desthilatdariya başûrê Kurdistanê daxwaza Rimêlanê kirin da ku Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin.”

Li vir careke din aşkera dibe ku herêma başûrê Kurdistanê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve tu niyeta wê ya alîkariyê ji bo berjewendiya gelê Kurd tûne bû ye. Lê belê armanca wê ya tekane wergirtina pere û petrolê bûye. Daxwaza wan a wergirtina Rimêlanê ku gelek bîrên petrolê tê de hene armanca desthilatdariya herêma Başûrê Kurdistanê zelal aşkera dike.

Tabûra çekên giran a Pêşmergeyên Roj ber bi Xanesorê ve şandin

Girêdayî bûyerên Xanesorê di Adara 2017’an de Riyad Hisên diyar kir ku piştî ku ew ji zîndana îstixbarata Başûr derketiye, li Hewlêrê xebitiye û di heman demê de fermandariya hêza yekemîn a çekên giran kiriye û di bin fermandariya pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê de tevdigeriya ye.

Hêza yekemîn a Pêşmergeyên Roj, ji bo şerê HPG’ê û YBŞ’ê bike di Adar’a 2017’dan de berê xwe da devera Xanesorê ya girêdayî Şengalê. Di wê demê de fermandariyê îdia kir ku hin rê hene divê Pêşmergeyên Roj bi dest xwe ve bînin û îdia dikir ku hin alî vê rêyê ji bo qaçaxiyê bi kar tînin.

Riyad Hisên da zanîn ku ev rê di bin serweriya hêzên YBŞ’ê û HPG’ê de bûn. Lê di wê demê de Tabûrên Gewr ên taybet û hin tabûrên girêdayî başûrê Kurdistanê gihaştin xetên li hemberî HPG’ê û YBŞ’ê û dema ku ev tabûr gihaştin vê deverê û bi taybet Tabûrên Gewr ku gelek caran li rex artêşa Tirk diyar dibin, tavilê deverên HPG’ê û YBŞ’ê armanc girtin. Dema ku YBŞ, YJŞ û HPG’ê bersiva êrîşan da, bi dehan endamên Pêşmergeyên Roj û Tabûrên Gewr hatin kuştin, lê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) kuştina van pêşmergeyan ranegihand.

Armanc sorkirina Pêşmergeyên Roj li dijî YPG’ê bû

Der barê kurtepevçûnên di navbera HPG û Pêşmergeyên Roj de Riyad Hisên wiha anî ziman: “Armanc ne tenê rawestandina alîkariya bi welatiyên Şengalê re bû, lê belê armanca wê ya duyemîn ew bû ku şerekî di navbera Pêşmergeyên Roj û HPG’ê de derxin û tevliheviyê di navbera her du aliyan de çêkin. Lê êrîşên pêşmergeyan li dijî HPG’ê bi çekên giran û hatina tabûrên taybet mijar zelal kir. Li ser vê yekê gelek endamên pêşmerge çekên xwe danîn û ji aliyê desthilatdariya Başûr ve hatin girtin, her wiha hemû endamên ku şer qebûl nekirine ber bi zîndanên Hewlêrê ve hatin birin.”

Fermandarên Pêşmergeyên Roj ji pêşmergeyên başûrê Kurdistanê ne

Komên Pêşmergeyên Roj di bin fermandariya pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê de tev digerin. Hemû ferman ji aliyê fermandarên Başûr ve tên dayîn. Heta niha Pêşmergeyên Roj nikarin xwe ji fermanên rayedarên pêşmergeyên Başûr rizgar bikin. Fermandarê tekane yê di nava komên Pêşmergeyên Roj de serdar Riyad Selahedîn Hisên bû û ew jî ji aliyê îstixbarata Başûr ve hate girtin. Sedema vê yekê jî ew e ku baweriyê bi Pêşmergeyên Roj naynin.

Alîkariya Tirkiyê ji komên Pêşmergeyên Roj re

Di gelek raporan de ku ajansa me ANHA’yê di demên borî de weşandine, aşkera dibe ku komên Pêşmergeyên Roj alîkariya xwe ji Tirkiyeyê û bi koordîneya bi rayedarên başûrê Kurdistanê re werdigirin. Girêdayî vê mijarê Riyad Hisên wiha got: “Gelek aliyan serdana navendên Pêşmergeyên Roj dikir, Tirkiyeyê jî aşkera serdana van koman dikir û gelek efserên Tirk beşdarî perwerdeyên endamên Pêşmergeyên Roj dibûn. Rayedarên Başûr jî îdia dikirin ku ev efser girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ne. Ez piştrast dikim ku tu girêdana van efseran bi koalîsyonê re tune bû. Alîkariya ku ji me re dihat de gelekî mezin bû û Başûr nikare vê alîkariyê pêşkêş bike. Aliyê ku fînanseya me dikir nedihat nasîn. Li gorî nêrîna me, min û hevalên xwe piştrast kir ku ev alîkarî ji Tirkiyeyê tê.”

‘Pêşmergeyên Roj nikarin derbasî Rojava bibin, ji ber ku li gorî siyaseta Başûr tev digerin’

Hemû hewldanên Riyad Hisên ên guhertina rewşa Pêşmergeyên Roj da ku derbasî Rojava bibin û alîkariya YPG û YPJ’ê re bikin, bê encam bûn. Nemaze ji ber ku li gorî siyaseta rayedarên Başûr tev digere û ev siyaseta wan jî li dijî YPG’ê ye. Girêdayî vê mijarê Riyad Hisên wiha anî ziman: “Ez dizanim ku ev hêz nikare derbasî Rojava bibe. Ji ber ku siyaseta rayedarên Başûr berovajî daxwaza gelê Rojava ye. Rayedarên Başûr berovajî vê Pêşmergeyên Roj li dijî YPG û YPJ’ê bi derewan sor dikirin.”

Der barê sedema vegera Rojava de Riyad Hisên wiha got: “Di rastiyê de beşdarbûna min a nava Pêşmergeyên Roj ne li gorî armanca damezirandina wê bû. Ez ji aliyê îstixbaratê ve hatim girtin. Tu girîngiya Pêşmergeyên Roj li Başûr tune bû. Em ji aliyê rayedarên Başûr de li dijî Rojava dihatin bikaranîn. Derbasbûna Pêşmergeyên Roj a Rojava dê wekî xewnekê bimîne û dîrok dê lanetê li wan bike. Gelê me li Rojava dê hesab ji wan bixwaze ji ber ku li hemberî van destdirêjiyan bê deng diman.”

‘Hêza YPG’ê hişt ku ez berê xwe bidim Rojava û beşdarî nava wan bibim’

Riyad Selahedîn Hisên piştî çend salan ji êşa di nava Pêşmergeyên Roj de biryara vegera xwe die. Nemaze piştî ku fedakariya şervanên YPG û YPJ’ê li Rojava dbîne û beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê dibe û li ser vê yekê û wiha axifî: ” YPG’ê bandoreke erênî li min kir, nemaze piştî ku parastina axa welat û rûmeta gel kirin. Tevî ku ev hêz nû hatiye avakirin, birêxistinkirina wê hişt ku wek artêşekî fermî were naskirin û tu hêz nikarin li hemberî wan derkevin û bi taybet piştî berxwedana wan li Kobanê û gelek deverên din li dijî rêxistinên terorîst.”

‘Rayedarên Başûr tenê hewl didin rastiyan berovajî bikin’

Rayedarên Başûrê Kurdistanê gelek gotegotan di nava Pêşmergeyên Roj de belav dikin ku YPG û YPJ kesên vegeriyane Rojava digire, da ku rê li pêşiya endamên Pêşmergeyên Roj bigire ku dixwazin vegerin û wiha domand: “Rayedarên Başûrê Kurdistanê der heqê YPG’ê de derewan belav dikin û îdia dikin ku YPG kesên vedigerin Rojava dikuje yan jî digire. Ez ji her kesî re piştrast dikim ku ev îdiayên rayedarên Başûr dûrî rastiyê ne. Gelek endamên Pêşmergeyên Roj peywendî bi min re kirin û gelek ji wan dixwazin beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê bibin.”

Riyad Selahedîn Hisên piştî ku vedigere Rojava, beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê dibe û niha wek fermandarekî di akademiya leşkerî ya girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê de cih digire. Riyad Hisên bi rêya ajansa me bang li hemû endamên Pêşmergeyên Roj kir ku vegerin warên xwe û beşdarî parastina axa xwe bibin û li dijî komên terorîst ku hewl didin destkeftiyên gel têk bibin, li ber xwe bidin.