Sekretêrê giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef gavên ku partiyê avêtine, pêşniyar û nêrînên wê yên der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de ji ajansa ANHA‘ê re nirxandin.
Hevrîn Xelef di destpêka axaftina xwe de armanca damezirandina partiyê diyar kir û ev tişt got: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ne tenê hejmarek e ku li partiyên siyasî yên Sûriyeyê zêde dibe. Li Sûriyeyê cidîyeta jiyana siyasî nîn bû, tu rola civaka Sûriyeyê di rêveberina pêvajoya siyasî de tune bû, ji ber tunebûna pirrengiya siyasî li herêmê. Sedema vê yekê jî serweriya partiya Baas li ser hukm e. Partiya Baas avakirina partiyên dijberî xwe, anî jî avakirina partiyeke ku gel di her aliyan de perwerde bike û civakê bi rê ve bibe, qedexe dikir. Ji ber vê yekê alozî kûrtir bû û şoreşê dest pê kir, şoreşa dest pê kir jî ku di sala xwe ya 8‘an de didomîne, veguherî aloziyê. Li ser vî esasî me ev partî ava kir, armanca me ew e ku atmosfereke lihevkirinê di navbera hemû gelên Sûriyeyê de biafirînin.”
Hevrîn Xelef her wiha anî ziman ku hewcedarî bi partiyeke siyasî ji bo hemû gelên Sûriyeyê, bi hemû pêkhate, bawerî û netewe bigire heye û wiha axivî: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê bi heman pîvanî nêzî hemû pêkhate û baweriyan dibe. Her wiha êşa gelê Sûriyeyê dinase û hewl dide dawî li aloziyê bîne û welatekî pirreng û demokratîk ava bike.”
Hevrîn Xelef, têkildarî xebatên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê di qonaxa yekemîn de wiha got: “Wekî qonaxa yekem ango piştî 7 mehan ji avakirina partiyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê xwe li gelek herêmên Sûriyeyê bi rêxistin kir û buroyên xwe vekirin, ji kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê ta bi Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Helebê. Partiyê her wiha têkilî bi herêmên din ên Sûriyeyê re çêkir, wekî herêma Siwêyda. Di heman demê de bi gel re civiya ta ku deng û daxwazên wan ragihîne qadên navdewletî û der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de.”
Têkildarî girîngiya lidarxistina civînên gel, Hevrîn Xelef ev tişt anîn ziman: “Armanca me ji van civînan, gel bi partiyê bidin naskirin, her wiha nas bikin bê ka heya çi astê gel partiyê qebûl dike. Di heman demê de armanca me ew e ku êş û pirsgirêka gel nas bikin û pêşniyarên wan guhdar bikin da ku çareseriyeke guncav jê re bibînin.”
Hevrîn Xelef di axaftina xwe de behsa hevdîtina Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û rêjîma Sûriyeyê kir û wiha domand: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ji destpêka hatiye damezirandin ve teqezî li ser girîngiya diyalogan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dike. Em piştgiriya danûstandinên bi rêjîmê re yan bi aliyekekî din têkildarî Sûriyeyê re dikin. Ji ber ku çek dawî li aloziyê naynin. Bi hêza leşkerî aştî, azadî û demokrasî pêk nayê. Divê hemû aliyên Sûriyeyê li ser maseya diyalogan rûnin û nêrînên xwe pêşniyar bikin, me jî li ser vî esasî diyalogên bi rêjîmê re qebûl kirin, ji ber ku xema me dawî li aloziyê were.”
Hevrîn Xelef wiha dewam kir:”Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê niha kar dike ku xwe bigihîne hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê da ku projeya siyasî ya aştiyane ku dawî li aloziyê bîne û avakirina sîstemeke nû ya li gorî taybetmendiyên gelê Sûriyeyê pêşkêş bike.”
Sekretêrê giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku divê civak pêşengiya Sûriyeke demokratîk bike û anî ziman ku ew ê ji bo avkirina Sûriyeyeke nû ku hêviyên gelê Sûriyeyê bi cihê bîne, tê bikoşin.
ANHA