Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Îranê Bagerî got: “Wê li her cihê lê û li gelemperiya cîhanê li dijî hemû êrîşên li ser destkeftiyên wan bi awayekî bi hêz bersiv bidin.”
Nakokiyên di navbera Tehran û Washîngtonê de bû sedem ku Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp gef li hev bikin.
Rûhanî roja Yekşemê di daxuyaniya xwe de ji bo Trûmp gotibû ‘Bi dûvê şêr nelîzin’ hişyariya ku êrîşeke li ser Îranê wê rê li ber ‘Şerê mezin veke’ kiribû.
Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtter jî bersiv da û Trûmp, ‘Ji derveyî îfadeya Serkkomarê Îranê Rûhanî’ bi tîpên mezin ev tişt gotibû: “Ji bo Serokkomarê Îranê Rûhanî; CAREKÎ DIN DYA’YÊ GEF NEKE, YAN JÎ TÊ JI TIŞTÊN BIBIN KU DI DÎROKÊ DE KÊM HATINE DÎTIN BERPIRS BÎ. ÊDÎ EM NE WELATEKIN KU LI HEMBER GOTIN Û GEFÊN KUŞTINÊ BÊDENG BIMÎNIN Û XWE BIDIN ALIYEKÊ. HIŞYAR BE.”
General Bagerî destnîşan kir ku Îranê ti deman şer proveke nekiriye, îdîa kir ku li herêmê di nava lêgerîna aştî û aramiyê de ye û got: “Hemû komployên ku gelê Îranê dikin hedef bê ku bikevin meryetê wê bên têkbirin û wê dersekî ku neyê ji bîrkirin bide dijminan.”