Artêşa Malî diyar kir ku gundê Farabûgû ku nêzî 2 hezar kes lê ne, ji destê çeteyan derxistine.
Piştî ku cotkarên ji hindikahiya Bambara ya li vê herêma navîn ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, artêş ber bi herêmê ve çûbû.
Artêşê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi piştgiriya hewayî wan operasyon kirine û hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bi cih kirine.