Artêşa Sûdanê daxuyakirin ku Serokê Sûdanê Omer El Beşîr girtine.
Serbazê paye bilind Ewed Bin Auf di daxuyaniya hêzên leşkerî de ragihand ku serokê Sûdanê Omer El Beşîr girtî ye, li cihekî ewl e ye û pêvajoya veguhestinê ku dema wê du sal e destpê kir.
Di daxuyaniya ku televizyona Sûdanê weşand Ewed Bin Auf teqez kir ku hemû girtiyên siyasî li tevahî welat serbest hatin berdan.
Her wiha diyar kir ku destûr hat sekinadin û Meclisa Wetenî, meclisa wîlayatan û meclisa wezîran hatin rakirin.
Ewed Bin Auf hemû dewletên cîhanê rehet kir ku ew ê li gorî hevpeymanên navdewletî tevdigerin.