GIRÊ SPÎ – Li gorî çavkaniyên li ser sînorê di navbera kantona Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de ji ajansa me ANHA`yê re ragihandin ku artêşa tirk a dagirer di van kêliyan de êrîşî rojavayî bajarê Girê Spî dike.
Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker bi çekên doçka û bi çekên cuda cuda êrîşên xwe dewam dike.
Ev yek piştî ku artêşa tirk a dagirker duh êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî kirin. Di encama wê de endamekî hêzên Erka Xwepastinê şehîd bû.
Artêşa tirk a dagirker careke din êrîşî Girê Spî dike
