Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, artêşa Tirk a dagirker, li sînorê Berwarî Bala û Amêdiyê yên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dike û noqteyên kontrolê danîne.

Heman çavkaniyan got;

Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya sereke ya bajarokên Bamernê û Kanî Masî noqteyên kontrolê danîne û bi şêniyên Başûrê re bi Tirkî diaxivin û ji wan dixwazin nasnameya xwe nîşan bidin.

Leşkerên Tirk hişyarî dane gel ku nasnameyên xwe li cem xwe bigerênin.