Çavkaniyên herêmî da zanîn artêşa Tirk a dagirker, şeva borî li çiyayê Gamnêrik ê li sînorê Amêdiyê, dest bi çêkirina baregeheke nû kirin.

Heman çavkaniyan got; Artêşa Tirk a dagirker li girê Baroxî yê li navçeya Kanî Masî ya girêdayî Amêdiyê bi cih bûne.

Ajansa ANF’ê dîmenên çêkirina baregeha nû weşand û dibêje;

Artêşa Tirk a dagirker bi riya sereke ya gundê Rafîne, re, li gel hejmarek zêde tank, wesayîtên leşkerî birin Qeleya çiyayê Gamnêrik.

Çavdêrên siyasî jî eşkere kirin ku dewleta Tirk a dagirke, bi dehan baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê çêkirine û nêzîkî 40 km ketiye başûr.

Artêşa Tirk a dagirker, sînorê Germiyan, Çemçemal, Ranya û Herêmên Parastina Medya jî bombedike, welatiyan şehîd dike.

Tevî van kiryaran jî, ne desthilatdariya Iraqê û ne jî desthilatdariya demkî ya Herêma Kurdistanê dengê xwe dernayin, Berovajî wê desthilatdariya başûrê Kurdistanê li gel dewleta faşîst a Tirk û Erdogan, hevdîtin û hevkariyê dike.