Li gor çavkaniyên herêmî yên Rojnews’ê artêşa Tirk a dagirker navenda gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ku dikeve Herêma Metîna ya ser bi parêzgeha Duhokê ve da ber topan.

Hate zanîn ku xelkê gund heta niha 27 guleyên teqiyayî yên topan dîtine.

Têkildarî zererên canî û madî heta niha agahiyên zelal bidest neketine.

Dewleta Tirk a dagirker rojane herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike û çekên qedexe yên kîmyawî û bombeyên taktîk nukleer bikar tîne.

Her wiha êrişî cihên niştecihbûnê yên welatiyên sivîl dike.

Ji destpêka serê salê ve heta niha 10 welatiyên sivîl hatine qetilkirin û 4 welatî jî birîndar bûne.

Herwiha ya balkêş ewe ku heta niha ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê tevî van êrişên hovane yên li ser serwerî û welatiyên sivîl tu helwestek cidî û ji dil nîşanî dewleta Tirk a dagirker nedaye.